Rapora Roboskiyê dê meha mijdarê bê nivîsîn

Rapora Roboskiyê dê meha mijdarê bê nivîsîn

Serokê Komîsyona Qilebanê ya di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya Meclîsê de hate avakirin, Îhsan Şener axivî û wiha got: "Em dê di nava meha mijdarê de raporê binivîsin. Heke tu pirsgirêk çênebin em dê di dawiya mehê de raporê bi dawî bikin."

Komîsyona Qilebanê ya di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya Meclîsê de hate avakirin civiya. Di civînê de nexşe rê diyar kirin. Serokê Komîsyonê yê AKP'yî Îhsan Şener piştî civînê daxuyanî dan û diyar kir ku, pêvajo ji ber daxwazên wekîlên muxalîf dirêj dibe û wiha got: "Di komîsyonê de me biryara nivîsandina raporê girt. Partî dê nirxandinekê bikin. Em dê nîva meha mijdarê de dest bi nivîsîna raporê bikin. Heke tu daxwazên din yên wekîlên partiyên muxalîf neyên em dê di dawiya mijdarê de nivîsandinê bi qedînin."

Parlementerê CHP'ê Levent Gok jî diyar kir ku, wan daxwaza xwe ya rayedarekî Daîreya Tevgerê ya Fermandariyê di komîsyonê de bê guhdarkirin dubarekirin lê ev yek nehate qebûlkirin. Gok anî ziman ku, heta niha tu agahî û belgeyên xwestin negihiştin komîsyonê.