Rapora NY’ê ya bo Îranê: Qedexe, girtin, darvekirin...

Rapora NY’ê ya bo Îranê: Qedexe, girtin, darvekirin...

Netewên Yekbûyî der barê binpêkirinên mafê mirovan a li Îranê de raporek nû weşand.  Di raporê de bi berfirehî cih dan zextên li ser rojnamegeran û qedexeyên li ser înternetê. Her wiha hate diyar kirin ku qanûna nû ya derbarê zarokan de hatiye derxistin jî fikaran zêde dike.

Raportorê taybet yê NY’ê Ahmed Şahîn da zanîn ku di rapora ku hatiye amadekirin ku di 10 salên dawî de hejmara rojnamegerên li Îranê hatine girtin zêde bûye û ji meha çile heta niha 23 rojnameger şandine girtîgehê. Hate diyar kirin ku li Îranê 40 rojnameger û 29 blokvan bi îdiaya ku li dijî dewletê propaganda kiriye xistin girtîgehê.

Di raporê de hate diyar kirin ku di çarçoveya astengiyên înternet û yên din de 50 mîlyon malperên înternetê hatine bloqe kirin û her meh nêzî hezar û 500 malper tên girtin. Di nav van malperan de malperên aydên komên kêmar, jin, muzîk û nûçeyan cih digire.

Di raporê de her wiha balkişandin ser rewşa komên kêmaran û hat gotin ku di perwerde û îstîhdamê de ji bo kêmaran newekhev tevdigerin û dem bi dem bi keyfî wan digirin û îşkenceyê li wan dikin.

Hate dsetnîşan kirin ku hatina serokomar Hasan Ruhanî re bendewariyên ku dê guherî pêk were zêde dibe.  Ahmet Şadîd ku rapor amade kir, got: “Ez ji ber pêngavên qanûnî yên dawî yên Îranê bi fikarim. Li welat ji sala 2011’an heta niha ji ber kaçaxvaniya tiryakê heta niha 786 kes hatin darveirin.”