Rapora nexweşxaneyê derewa walîtiya Êlihê raxist berçavan

Rapora nexweşxanê ya têkildarê birîndarkirina Sûat Şahîn ji aliyê polîsan ve, derwa walîtiyê eşkere kir.

Rapora nexweşxaneyê û daxuyaniya Walîtiya Êlihê ya derbarê Sûat Şahîn ku polîsan gule berdabûyê hev nagire. Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya walîtiyê derewîn derdixîne.

Li taxa Seyîtler a Êlihê di 28’ê îlonê de polîsan gule berdabû Sûat Şahîn û ew birîndar kiribûn. Walîtiya Êlihê di derbarê bûyerê de daxuyanî da û îdia kir ku gule ji erdê pekiyaye û li ranê Şahîn ketiye. Lê belê rapora nexweşxaneyê ya derbarê Şahîn de daxuyaniya walîtiyê derewîn derdixe.

Her çiqas walîtiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li ranê Şahîn ketiye û talûkeya jiyana wî nîne jî lê belê berevajî vê, rapora nexweşxaneyek taybet ku tedawiya Şahîn kiriye dibêje ku gule li gurçika Şahîn ketiye û kezeba wî ya reş zirar dîtiye.