Rapor: 9’ê Cotmehê li Amedê çalakvan hatin binçavkirin û êşkence li wan hat kirin

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê diyar kir ku di dema çalakiya protestokirina komploya 9’ê Cotmehê de, polîsan şîdet û muameleya xerab li hemberî çalakvanan pêk aniye.

Di 9’ê Cotmehê de li Amedê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareserî” çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Lê belê polîsan êrîşî çalakvanan kir. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî muameleya xerab û sepanên êşkenceyê yên polîsan raporek amade kir.

Rapor, li ser hesaba medyaya dijîtal a Şaxa OHD’ê ya Amedê hate weşandin. Di raporê de hate gotin ku çalakiya di 9’ê cotmehê de bi biryara walîtiya Amedê hate qedexekirin.

Di raporê de binpêkirinên heyî wiha hatin vegotin: “Welatî di bin tava nîvro de saetekê zêdetir di dorpêçê de hatin hiştin, hinek welatiyên ji ber pîrtiya xwe nexweş bûn xwestin ji dorpêçê derkevin lê destûr nehate dayîn. Hêzên ewlekariyê ku biryara qedexeyê ya walîtiyê nîşan didin, bêyî ku hişyariyekê bikin welatiyên dixwestin bikevin qadê û yên li dora wê derbas dibûn binçav kirin. Welatiyên ku bertek nîşanî binçavkirinê dayîn jî rastî heqaret û muameleya xerab a hêzên ewlekariyê hatin. Di vê navberê de bi sedan kes bi saetan di wesayîtê de destkelemçekirî hatin hiştin û rastî miameleyeke biçûkxistinê hatin. Dema welatî di wesayîtê de dihatin ragirtin, nivîseke ku PKK/KCK li ser hatibû nivîsandin û bêyî ku jê re were xwendin bi darê zorê pê dan îmzekirin.”

Muameleya xerab piştî binçavkirinê jî berdewam kir. Welatiyên hatin binçavkirin, piştî kar û barê li nexweşxaneyê, ne li nezaretxaneyê li baxçeyê Şaxa TEM’ê di şert û mercên dermirovî de hatin sekinandin. Zêdetirî 10 saetan ne xwarin ne jî av dan binçavkiriyan. Parêzeran hewl dan li gorî derfetên xwe ji binçavkiriyan re avê peyda bikin. Gelek kes rastî muameleya xerab û êşkenceyê hatin. Ji bilî kesên qeyda wan nehatiye kirin, gelemperiya wan kal û pîr bi giştî 105 kes hatin binçavkirin. Tevahiya binçavkiriyan bi hinceta ‘sûcê Muxalefeta li Dijî Qanûna hejmar 2911 û li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin binçavkirin.

Karûbarê îfadedayînê di heman rojê de di saetên dereng de dest pê kir û piştî îfadeyê jî weke komên 10 kesî şandin nexweşxaneyê û hatin berdan. Ev kirarî heta 10.10.2023’yan saet 08.00’an berdewam kir. Ji 105 welatiyan yek jê bi îdiaya sûcê ‘ji bo kar nede kirin li ber xwe daye’ hate girtin. Welatiyên hatin berdan ji bo kontrola bijîşk birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Bijîşk jî Protokola Stenbolê binpê kir û di hundirê wesayîta hêzên ewlekariyê de binçavkirî kontrol kir.

Di xala 34’emîn a Destûr Bingehîn de ‘mafê civînên aştiyane’ hene. Nehiştin welatiyên dixwestin tevlî daxuyaniyê bibin bikevin qadê. Girse ji hev hate belavkirin û bi saetan li ber tavê hate hiştin. Bi awayeke derhiqûqî hatin binçavkirin, ji pişt ve hatin kelemçekirin, hêzên ewlekariyê hêzeke zêde bi kar anîn û rê li ber van bûyeran vekirin. Li gorî xala 17/3’yan a Destûr Bingehîn ‘êşkence û ezyet li tu kesî nayê kirin. Nabe ku cezaye yan jî muameleyeke ne li gorî heysiyeta mirovan were kirin.’ Hat tespîtkirin ku hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî ketin qadê, nehiştin tu kes bikeve qadê, welatî binçav kirin, ji pişt ve kelemçe kirin, tundî li welatiyan kirin.

Destûr nehat dayîn ku rojnameger çalakiyê bikişînin, tevî ku qertên xwe yên çapemeniyê nîşan dan jî bi mertalan hatin atengkirin, li dijî wan êrîşên fîzîkî û devkî hatin kirin. Her wiha rojnamegerek ji hêla polîsan ve hate debkirin û kameraya rojnamegerekî hate şikandin.

Gelek welatiyên jin ji hêla polîsên zilam ve hatin binçavkirin û rastî tacîz û êrîşa zayendî ya polîsan hatin. Têkildarî binpêkirinên hatine kirin, muameleya xerab, tacîz û êrîşa zayendî, ji bo derheqê hêzên ewlekariyê û dozger de tehqîqeta îdarî were kirin, pêşniyar hate kirin.”

GILÎ HATE KIRIN

Şaxa OHD’a Amedê têkildarî binpêkirinên di dema binçavkirinê de, muameleya xerab û êşkenceyê gilî kir. OHD’ê derheqê polîsan de bi sedema “Êşkence, peywira xwe xerab bi kar anîne, kes ji azadiya xwe bêpar hiştin û êrîşa zayendî” li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kir.