Di nava meha dawî de 5 xwendekarên zanîngehê ji ber fikara li ser paşeroja xwe, deyn û bêhêvîtiyê dawî li jiyana xwe anîn. Di 6 mehên destpêkê yên sala 2023'an de bi deh hezaran ciwan ji ber fikara li ser paşerojê û sedemên aboriyê neçar man ku berê xwe bidin welatên cuda. Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Eda Îbrahîmoglû li ser rewş û têkoşîna ciwanan axivî.
DEWLET HEWL DIDE BIKE YEK TÎP
Eda Îbrahîmoglû anî ziman ku dewlet hewl dide ciwanan bike yek tîp û got, "Di serî de perwerde hemû saziyên dewletê bi vê ferasetê xwe bi rêxistin kirin û yekser êrîş birin ser xwezaya ciwantiyê. Hewldanên AKP'ê yên ji bo ciwanan bixe xizmeta sîstemê, bi polîtîkayên şerê taybet dewam dikin. Ji destpêka komarê û vir ve şerê taybet yekemcar di vê astê de li dijî ciwanên Kurd, li hemberî tevahiya gelê Kurd tê meşandin. Li her taxeke Kurdan bikaranîna narkotîkê zêde bûye. Bi rêya polîtîkaya xizanîkirina Kurdistanê berê ciwanên Kurd dide metropolan û weke hêza erzan a kar têne xebitandin. Destdirêjî û destavêtina li jin ên ciwan bi rêya dadgeriyê tê teşwîqkirin, qanûnên ku jinan diparêzin bi zanebûn têne betalkirin an jî nayên bicihanîn. Li gel hewldana ji bo teslîmgirtina îradeya ciwanên Kurd her wiha êrîş li ser hestên xwebûna wan tê kirin."
Eda Îbrahîmoglû diyar kir ku ciwanên Tirkiyeyî jî para xwe ji van êrîşan digirin û got, "Di perwerdeyê de hewldana ji bo yektîpkirinê li pêşiya pêşketina ciwanên Tirkiyeyî jî dibe asteng. Formata ezmûnê û mufredat her sal têne nûkirin û bi vî rengî xwendekar têne qirkirin. Piraniya zanîngehan li şûna cihê hilberîna zanistiyê bûne saziyê desthilatdariyê. Lewma bi milyonan xwendekarên ji van zanîngehan mezûn dibin bêkar in, xizan in. Di ti serdema dîrokê de ewqasî ciwan bêkar û xizan nebû bûn. Bi kurtasî ji bilî serweriya desthilatdariyê, mafê jiyanê ji ciwanan re nehate dayin, nayê dayin."
TEVGERÊN CIWANAN HÎN BI HÊVÎ NE
Eda Îbrahîmoglû ragihand ku li Tirkiyeyê di dema geşbûna têkoşîna ciwanan de azadî û demokrasî li Tirkiyeyê digihêjin asta herî bilind û got, "Bêguman hêza bingehîn a ku vê yekê pêk tîne ciwan in. Eger îro jî li dijî zilmê têkoşîna şoreşgerî dewam dike, ev yek bi saya wê yekê ye ku nifşê 68'an têkoşîna şoreşgerî da destpêkirin. Mîrateya ku nifşê 68'an ji me re hişt îro jî ji me re dibe hêvî, hestên me yên şoreşgerî geş dike. Tevî ku hate îdîakirin ku piştî darbeya 12'ê Îlonê di nava tevgerên şoreşgerî de paşketinek çêbûye, rêxistiniya têkoşîna şoreşger a heyî ya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn radixe pêş çavan ku ev îdîa rast nîne."
PIRSGIRÊKA HEYÎ PIRSGIRÊKEKE SÎSTEMÊ YE
Eda Îbrahîmoglû destnîşan kir ku pirsgirêkên heyî ji pirsgirêka desthilatdariyê wêdetir pirsgirêkeke sîstemê ye û wiha dewam kir, "Tevgerên ciwanan divê herî zêde bala xwe bidin ser vê yekê. Bi guhertina desthilatdariyê re pirsgirêk çareser nabin, her wiha çareseriyeke ku rexneyê li sîstemê nake nikare bibe çareseriyeke mayinde. Dîrok bi mînakên vê yekê tijî ye. Dîrok û taybetmendiya avabûna netewe dewletê bi rengê yek milet, yek welat, yek ol, yek zayendî bi rengê yekperestiyê dewam kiriye. Dîroka çepgiriyê jî para xwe ji vê yekperestiyê wergirtiye. Ciwanên şoreşger beriya her tiştî di nivîsandina dîroka xwe de divê xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Divê bi rengekî hîn şênber bînin ziman ku di sazîbûna dewletê de Rûm, Ermen, Laz, Tirkmen û Kurd tên çi wateyê. Divê bi rengekî şênber xwe ji îdeolojiya Kemalîzmê qut bikin. Li dijî şovenîzmê pêwîste têkoşîneke hîn şênber nîşan bidin. Heta ku mêtingeriya li ser gelê Kurd ji holê neyê rakirin, demokrasî û azadî nagihêje nava gelên Tirkiyeyê. Ev pêwendiya serdestî û bindestiyê û azadiyê bi xurtî ji gelên Tirkiyeyê re divê bê vegotin. Di vir de jî berpirsyarî dikeve ser milê tevgerên ciwanan ên şoreşger."