Qirkirina siyasî: Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li 11 bajaran bi ser malan de hat girtin û 75 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li 11 bajaran bi ser malan de hat girtin û 75 kes hatin binçavkirin.
Di 1’ê Cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê çalakiyek hate lidarxistin. Operasyonên binçavkirinê yên piştî çalakiyê hatin destpêkirin didomin. Di serdegirtinên malan ên li bajarên Îzmîr, Eskîşehîr, Kilîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Agirî, Bedlîs û Şirnexê de 75 kes hatin binçavkirin.
Di nav kesên hatine binçavkirin de, ji xeynî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, gelek siyasetmedar jî hene.