BI DÎMEN

Qirkirina Şengalê li St. Petersbûrgê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li bajarê St. Petersbûrg ê Rûsyayê dijîn, bi gelek çalakiyan Qirkirina Şengalê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Saînt Petersbûrg ê Federasyona Rûsyayê dijîn, Qirkirina Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê DAIŞ’ê ve li Şengalê hat kirin, bi civînekê şermezar kirin. Civîn ji aliyê Yekîtiya Êzidiyên li Saînt Petersbûrgê ve hat organîzekirin û bi beşdariya şêniyên herêmê û rûspiyên civakê li salona Con Coronel pêk hat.

EGER PKK NEBÛYA, KESÎ NIKARÎBÛ PÊŞÎ LI DAIŞ’Ê BIGIRTA

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Rêveberê Yekîtiya Êzidiyên Saînt Petersbûrgê Hamlet Kotoyan peyivî û got, „Komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an bi rengekî vekirî nîşan da bê ew çiqasî bi tenê û bê kes bûn. Eger wê rojê gerîlayên HPG’ê bi hawara wan ve nehatibûna, wê komkujiyeke gelekî mezintir pêk bihata. Dibe ku cara yekê ye, Kurd ne ji bo xelkê ji bo xwe xwînê dirijîne. Serketina Kurdan a li hemberî DAIŞ’ê ku di destpêkê de li Kobanê rû da û piştre li Şengalê pêk hat, ji aliyê tevahiya cîhanê ve hat dîtin. Eger PKK nebûya, ti hêzê nikarîbû pêşî li vî keriyê kujeran ê jê re DAIŞ tê gotin, bigirta.“

Kotoyan hemû mirovên di Qirkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û kujer û hêzên rê li ber vê qirkirinê vekirin jî bi tundî şermezar kir.

Piştî axaftina Kotoyan beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe bilêv kirin.