Qetlîama Sûrê li Stockholm û Goteborgê hat protestokirin
Qetlîam û êrîşên li Kurdistanê yên dewleta Tirk li paytexta Swêdê Stockholmê hat protestokirin. Li bajarê Goteborg jî balafirgeh hat dagirkirin.
Qetlîam û êrîşên li Kurdistanê yên dewleta Tirk li paytexta Swêdê Stockholmê hat protestokirin. Li bajarê Goteborg jî balafirgeh hat dagirkirin.
Qetlîam û êrîşên li Kurdistanê yên dewleta Tirk li paytexta Swêdê Stockholmê hat protestokirin. Bi banga TJK-E û KCD-E û di pêşengiya jinan de qetlîama Sûrê hat protestokirin. Kurdistaniyên Stasyona Central dagir kirin, dirûşmên, “Gelê Sûrê ne bi tenê ye”, “Qatil Erdogan”, “Qatil AKP”, “Qatil Tirkiye”, “Leşkerên Tirk ji Kurdistanê bi cehemin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Sûrê” û “Bijî PKK’e” qîr kirin.
Di axaftinên çalakiyê de bi taybet yên li Ewropayê dijîn di serî de jin, banga xwedîderketina xwerêveberiyên Kurdistanê hat kirin.
Hate gotin ku “wê çalakiyên me bidomin. Em banga hişyarî û çalakiyên lezgîn li tevahî gelê xwe dikin.”
Çalakî didome.
LI GOTEBORGÊ BALAFIRGEH HAT DAGIRKIRIN
Her wiha Kurdistaniyan ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk, li bajarê Goteborgê balafirgeh dagir kirin.