Qertelên Mezopotamyayê li Edene û Mêrsinê li tesîsên petrolê da

Qertelên Mezopotamyayê diyar kirin ku di 10’ê Tebaxê de bi şev wan li Tesîsa Petrolê ya Lîmana Mêrsînê û li Tesîsa Petrolê ya Yûmûrtalika Edeneyê dane.

Qertelên Mezopotamyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt diyar kir:

“Nijadperestiya Tirkan a faşîst a ku gelê Kurd, Ermen û Rûm qir kiribû, îro jî êrişî her derê dike. Li Îzmîr û Konyayê êrişî gelê Kurd hate kirin, gelek Kurd, Ereb û Efgan jî hatin lînckirin. Ev jî diyar dike ku li hemberî me nijadperestiyeke çawa heye. Desthilatdariya AKP û MHP’ê berê ciwanên Tirk dide nijadperestiya faşîzan û dixwaze gelan bera ber hev bide.

Em Qertelên Mezopotamyayê me biryar daye ku çi kesên ku piştgiriya vê birjûwaziya nijadperest dike û vê rejîma faşîzan li ser pêyand dihêle, wê bibe hedefa me.

Di 10’ê Tebaxê de bi şev me ji hewayî ve li Tesîsa Petrolê ya Lîmana Mêrsinê dan. Di heman şevê de me li Tesîsa Petrolê ya li Yûmûrtalika Edeneyê jî da. Ev derbên ku me li aboriya birjûwaziya Tirk a nijadperest daye, ji aliyê Erdogan û Bahçeliyên şovenîst hate veşartin, tiştên ku nikarin veşêrin jî berevajî kirin. Divê şovenîst baş bizanibin ku ew ê nikaribin ji ber pençeyên Qertelên Mezopotamyayê bifilitin û ew ê nikaribin ser derbên xwe ku xwarine bigirin.”