Qedexeya li ser PKK'ê li Frankfûrtê hate şermezarkirin

Ciwanên Kurd û komên çep ên Elman, hevkariya Erdogan û Merkel li Frankfûrtê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, ciwanên Kurdistanî û komên çep ên Elman duh êvarê daketin kolanan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya li ser alên Kurdan li Haûptwacheyê çalakiyek li dar xistin.

Ciwanan alên PKK, KCK û wêneyên Ocalan hildan û bi zimanê Elmanî dirûşmên "Bila dewleta Elman qedexeya li ser PKK'ê rake" û "Dixwazin azadiya me tecrîd bikin, em li vir in, em ê bi ser bikevin" qîriyan. Ciwanan hevkariya Elman-Tirk şermezar kirin.