Qedexekirina mîtînga zimanê zikmakî ya li Amedê tê protestokirin
Tora Ziman û Çanda Kurdî qedexekirina mîtînga zimanê zikmakî protesto dike.
Tora Ziman û Çanda Kurdî qedexekirina mîtînga zimanê zikmakî protesto dike.
Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî dest bi mîtîngên ziman kiribû. Tora Ziman û Çanda Kurdî xwest li Amedê jî li Qada Îstasyonê mîtîngê li dar bixe. Walîtiya Amedê şewb kir hincet û ‘destûr’ neda mîtîngê.
Pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî li Ofîsa Yenîşehîrê kom bûn, xwestin daxuyaniyê bidin û bimeşin. Polîsan rêyên diçe ber Qada Îstasyonê û Ofîs bi wesayîyên zirxî girt.
Polîsan li ber devê Kolana Hunerê dora pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî girt û nehişt gel tevlî komê bibe. Dema gel ji avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê derket, polîsan ew sekinandin û nehiştin ku gel biçe Kolana Hunerê.