Qala êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê kirin
HDP’yiyên ku tehliye bûn qala êşkence û zextên li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê kirin.
HDP’yiyên ku tehliye bûn qala êşkence û zextên li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê kirin.
Hevserokê Bajêr ê Mêrsînê yê HDP’ê Mîrze Mehmet Soylemez û Rêvebera HDP’ê Meryem Bay yên ku bi operasyonên qirkirina siyasî di 24’ê Tebaxê de hatibûn girtin, qala êşkenceya li Girtîgeha Tarsûsê kirin.
Soylemez diyar kir ku dema ew li Girtîgeha Mêrsinê bûye dermanên wî yên nexweşiya çolyakê nehatiye dayîn û ligel ku wî gelek caran daxwazname daye rêveberiya girtîgehê jî dermanên wî nehatiye dayîn û ji ber vê jî heliyaye.
LÊGERÎNA TAZÎ
Soylemez diyar kir, piştî ku ew sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê kirine, li ser wî lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û got, “Dema ku min ev lêgerîn qebûl nekir, gef li min xwarin û cil û bergên min qetandin. Piştre jî ez avêtim qawîşeke ku, ne li gorî tendirustiya min. Demeke dirêj nehiştin ez biçim ba hevalan. Piştî israra min ez xistim nav girtiyên siyasî.”
LI GIRTIYÊN NEXWEŞ ZILM TÊ KIRIN
Soylemez diyar kir ku di girtîgehê de pirtûk tên qedexekirin û astengkirin. Soylemez bal kişand ser vî tiştî, ligel ku ew nexweşê hîpertansiyonê ye jî piştî 15 rojan dermanên wî hatiye dayîn û girtiyên nexweş di girtîgehê de zilm li wan tê kirin.
Meryem Bay jî bi vî awayî qala girtîgehê kir. Bay diyar kir ku gardiyan her şev bi awayekî kêfî digirin ser qawîşan û hemû alavên girtiyan ji hev tên belavkirin û got, “Hevjînê min kincekî reş ji min re şandibû lê ji ber rengê wê nedan min. Piştî ku min nerazîbûn nîşanî vî tiştî da, lêpirsîna dîsîplînê li min vekirin.
MIAYENEYA BI KELEPÇE
Bay diyar kir ku li ser girtiyên nexweş miayeneya bi kelepçe tê ferzkirin û got di qawîşên ji bo 8 kesan de 20 kes dimînin û got, “Ji bo ku qawîş hewa bistîne me pace vedikir lê vê carê jî em nexweş diketin.”
Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Parêzer Tûgay Bek diyar kir, ji roja ku Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hatiye vekirin êşkence û zextên li ser girtiyan heye û got, “Hefteya borî ji hemû girtiyan re hatiye gotin ku ji xeynî xizmên wan ên nêz, hevdîtina bi hemû xizmên din re hatiye qedexekirin. Rêveberiya girtîgehê diyar kir kiriye ku ji ber Rewşa Awarte ev tişt kirine lê di warê hiqûqî de tu bingeha vî tiştî tune. Di heman demê de di warê revîr û nexweşxaneyan de jî astengî hene. Sewqên nexweşxaneyan pir dereng tê kirin. Daxwaza revîrê bi cih nayê anîn. Divê ev polîtîkayên hanê bi dawî bibin.”