Prof. Dr. Sancar: Pêşnûme çêker û rasteqîn e
Prof. Dr. Sancar: Pêşnûme çêker û rasteqîn e
Prof. Dr. Sancar: Pêşnûme çêker û rasteqîn e
Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir, ku pêşnûmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade kir, ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê çêker û rasteqîn e. Sancar da xuyakirin, ku bi pêşnûmeyê re peyamên girîng hatine dayîn û destnîşan kir ku divê Rojava jî yek ji ser sernavên maseta muzakereyê be.
Prof. Dr. Mîthat Sancar ê di Komîsyona Mirovên Aqilmend de cih digire destnîşan kir, ku pêşnûmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade kir, ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê çêker û rasteqîn e. Sancar diyar kir ku di pêşnûmeyê de sê peyamên girîng hatine dayîn û ev yek ji ANF'ê re nirxand.
Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar da zanîn, ku metna "Pêşnûmeya Pêvajoya Muzakereyê ya Demokratîk û Aştiyê" encamek ji amadekariyên derbasbûna qonax muzakereyê ye. Sancar got, "Bi rastî jî xebateke berfireh e. Di çarçoveya agahiyên hatine dayîn de jî tê dîtin ku xebateke berfireh e. Bi dîtina min, pêşnûme ji aliyê giştî ve çêker û rasteqîn e."
Sancar da xuyakirin ku di pêşnûmeyê de ew sê peyamên girîng dibîne û ev her sê peyam wiha rave kir:
"Ya yekemîn; Temînata qanûnî ye. Diyare bêyî temînateke qanûnî ne pêkane êdî gav bê avêtin. Ji ber bangên xwe yên beriya niha di vî warî de rexne dabû. Ev rexnedayîn hem hişyariyek li hikûmetê ye, hem jî dozek li raya giştî ya Tirkiyeyê ye. Ya duyemîn; Mijara siyaseta demokratîk e ku ji destpêkê ve destnîşan dike. Eger hikûmet bi rastî jî dixwaze pêvajo bi pêş ve biçe, divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk rake. Ya sêyemîn jî; armanca çareseriya demokratîk a berfireh e. Hin derdorên heta niha rexne li vê pêvajoyê dikirin, îdîa dikirin ku tevgera Kurd bi rêya hin bazariyan û bi tenê ji bo berjewendiyên xwe û mafên xwe yên etnîkî tevdigere. Teza 'Ji vê pêvajoyê demokrasî dernakeve' sûcdarkirina tevgera siyasî ya Kurd bû. Ocalan di vê pêşnûmeyê de bersiveke zelal da van sûcdariyan. Destnîşan kir ku armanc demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye."
'DIVÊ HIKÛMET SERÎ NEKEVE NAVA HEWLDANÊN TINEKIRINÊ; QADA SIYASÎ BERFIREH BIKE'
Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir, ku Ocalan ewlekariya cemaweriyê jî di çarçoya demokratîkbûyînê de dinirxîne û hişyariyê dide ku divê hikûmet serî li tesfiyeya siyasî nede. Sancar da xuyakirin, ku li şûna vê girîng e qada siyasî bê berfirehkirin, sererastkirinên qanûnî werin kirin û anî ziman ku guhertina qanûnî di vî warî de girîng e:
"Hikûmetê bi destnîşankirina ewlekariya cemaweriyê pakêt amade kiriye. Ev pakêt wê rewşa heyî ya siyasî hîn bêtir tengav bike û rê li ber zextê veke. Li şûna vê rakirina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê yan jî divê bi berfirehî bê reformekirin. Ne tenê ev, pêwîste di qanûna ceza de jî hin sererastkirin bên kirin. Xalên bi sernavê endametiya rêxistinê, sûcê li ser navê rêxistinê hatiye kirin, propaganda rêxistinê divê teqez bên guhertin yan jî rakirin. Ji ber ku girtiyên siyasî û ev operasyonên heyî, bi giranî xwe dispêrin van qanûnan. Eger sererastkirin wê were kirin, pêwîste ev yek ne bi pakêteke nû ya ewlekariyê, bi demokratîkkirina ya heyî re bê kirin. Sererastkirinê ne paşketin, yên pêşketinê werin kirin.
Sancar ragihand, ku eger ji bo qonaxa muzakereyê guhertinên pêwîst werin kirin û pêvajoya veguhere muzakereyê, hingî bêguman temînatên destûra bingehînî wê werin rojevê.
'BELGE-ÎMZE ŞERT E'
Prof. Dr. Mîthat Sancar, der barê daxwaza Ocalan a ji bo belgekirina pêvajoyê de wiha axivî: "Girtina raporê li ser pêvajoyê û îmzekirina lihevkirinan, di warê sazîbûyîn û bingeha qanûnî de şert e, neçarî ye. Divê were zanîn ku ji niha û pê ve ne pêkane pêvajo li ser bingeha sozên ji hev re tên dayîn, bê meşandin. Hatina heta vê qonaxê jî, ku ji qeyd û îmzeyê bêpar bû, girîng e. Lê belê eger wê muzakere bê destpêkirin, bi dîtina min qeyd û îmze şert e."
'DI MUZAKEREYÊ DE MIJARA ROJAVA WÊ LI SER MASEYÊ BE'
Prof. Dr. Sancar da zanîn ku li gorî wî Ocalan ji destpêkê ve pêvajoyê li ser bingeha sê qonaxan dinirxîne û got, "Ya yekemîn; Ji aliyê dortengiyê ve pirsgirêka Kurd, ya duyemîn ji aliyê çarçoveya berfireh ve demokrasiya Tirkiyeyê û ya sêyemîn jî veguherîna li Rojhilata Navîn. Ev her sê di zikhev de ne. Ji xwe bi peyama wî ya di Newroza 2013'an de jî tê dîtin. Di warê bandora li Rojhilata Navîn de, bi dîtina min mebesa wî Sûriye û Rojava ye û peyamê dide hikûmetê ku Rojava ne li derveyî pêvajoyê ye. Diyar dike ku di muzakereyan de divê ev sernav jî were nirxandin û vê tîne bîra hikûmetê. Bêguman bi Rojava re sînorkirî nîne. Eger Rojava li pêvajoyê were bicihkirin, hingî wê tercîha hikûmetê ya di polîtîka Rojhilata Navîn de zelal bibe. Bi DAIŞ'ê re yan jî bi Kurdan re. Polîtîkaya Rojhilata Navîn a bi DAIŞ'ê re li ser bloka Sunnî, li dijî xwezaya pêvajoyê ye. Bawerim Ocalan di veguherîna Rojhilata Navîn de vê yekê bi giranî destnîşan dike."