Prof. Dr. Koray: Xurtbûna HDP'ê wê dewletê ji şîdetê vegire
Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' Prof. Dr. Meryem Koray ji ANF'ê re axivî û aşkere kir bê çima mora xwe daniye binê danezana "Em ê nebim şirîkê vî sûcî."
Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' Prof. Dr. Meryem Koray ji ANF'ê re axivî û aşkere kir bê çima mora xwe daniye binê danezana "Em ê nebim şirîkê vî sûcî."
Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' Prof. Dr. Meryem Koray, têkildarî gefên Erdogan ên li wan xwarî de got, "Ne weke şexs, lê li ser navê welêt gelek endîşeyên min hene." Prof. Dr. Koray destnîşan kir, ku ji bo dewlet ji şîdetê bê vegirtin, divê Kurd û HDP xurt bibin.
Akademîsyenên ji bo Aştiyê, ku bi destpêkirina kampanya îmzeyan a "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" re li dijî terora AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne derketin, di hedefa Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP'ê de ne. Gefên Erdogan ên li hemberî akademîsyenan, ji bo Desteya Giştî ya Hîndekariya Bilind (YOK) bû 'ferman' û yekser lêpirsînan destpê kirin. Bi lêpirsînên edlî re akademîsyen tên binçavkirin û karê wan ê li zanîngehan ji aliyê rêveberiyên zanîngehan ve tên betalkirin. Wekî din, piştî ku Erdogan akademîsyen hedef nîşan da, serçeteyê bi navê Sedat Peker jî gefa kuştinê li akademîsyenan xwar.
'DIKIN KU MIROV ÎSYAN BIKIN!'
Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' Prof. Dr. Meryem Koray ji ANF'ê re axivî û aşkere kir bê çima mora xwe daniye binê danezana "Em ê nebim şirîkê vî sûcî."
Prof. Dr. Koray got, "Berpirsyariya ku min di vê mijarê de hîs kir, beriya her tiştî, 'însanî' ye. Weke miroveke ku can û nêrînên mirovan di heman astê de hêja dibînim, rewşa şer û şîdetê û ev mirovên bi şîdetê re rû bi rû dimînin, hişt ku ez îsyan bikim. Ji ku tê bila were, mafê kesî nîne ku van tiştan bînin serê hev.
Ya duyemîn; weke mirovek li vî welatî dijî, li pêşberî êş û bêçaretiya welatiyên li vî welatî dijîn, berpirsyariya me heye. Ev berpirsyarî dihêle ku mirov ji vî şerî, ji vê êşa şer rê li ber vekiriye re bêje 'êdî bes e'. Weke welatiyekê maf û berpirsyariya min e ku ez vê yekê ji dewleta xwe bixwazim."
'JI BER WELATÊ XWE BI ENDÎŞE ME'
Prof. Dr. Koray got, "Min her tim daxwaza mafan a Kurdan mafdar dît û destek kir ku ev yek li şûna çekdarî, bi têkoşîna siyasî-demokratîk be" û der barê gefên Erdogan ên li hemberî wan de ev nirxandin kir: "Ez qet li nerazîbûna Erdogan matmayî nemam. Ne weke şexs, li ser navê welatê xwe ez gelekî bi endîşe me. Ev rewşa xitimanî ya siyasî û hiqûqî, windahiyên me yê ji aliyê demokrasiyê ve, atmosfera gefxwarinê ya ji bo afirandina tirsê û windabûna wateya nirxand, min dixe nava fikaran."
'TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK A KURDAN Û HDP'Ê GIRÎNG E'
Prof. Dr. Koray diyar kir ku divê têkoşîna demokrasiyê were xurtkirin û destnîşan kir ku ew girîng dibîne Kurd û HDP di qada siyasî-demokratîk de têkoşîna xwe bidomînin.
Prof. Dr. Meryem Koray da zanîn, ku divê pêşî li HDP'ê were vekirin û careke din dubare kir ku ew ne alîgirê têkoşîna çekdarî ye û got, "Bi kuştina hev, ti siberojeke ronî nîne ku em xwe bigihînin."