Prof.Dr Cavallî: Ji bo Efrînê banga piştgiriyê li her kesê kir

Komîteya Piştgiriya Rojava-Tîcîno Kobanê Efrîn,li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê derket, bang li hemû welatiyên Swîsreyê kir ku divê li dijî provayên dîktatoriya Erdogan xwedî helwest bin.

Komîteya Piştgiriya Rojava-Tîcîno Kobanê-Efrîn a Swîsre, bi daxuyaniyeke li Bellînzona yê lidar xistî, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Onkolog Prof. Dr Franco Cavellî yê navdarê cîhanî ku di Komîteya Piştgiriyê de cih di civîna çapemeniyê de girt, li gel Fancesco Bûonseaver û Ahmet Yaman axivîn.

Prof. Dr Cavallî, êrîş li dijî destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava tê kirin şermezar kir û wiha got: “Bang li her kesê li dijî şer dikin ku beşdarî civîna çapemeniyê ya ku wê roja Şemiyê li Bellînzona ji bo Efrînê bê lidarxisin bibin. Divê her kes li dijî vî şerê ku li hember Kurdan tê kirin be û divê piştgiriyê bidin berxwedana Kurdan.

Bûonsaver ên sekrekteriya Komîteya Piştgiriyê dike deklerasyona ku amade kirî xwend.

Di deklerasyonê de ev tişt tê gotin: “Ji bo rawestandina tinekirina destkeftiyên Kurdan vî şerî birêve dibin. Şerê li Efrînê tê kirin ne şereke ji rêzê ye. Li gel çeteyên hov ên DAIŞ’ê tê kirin, provayên dîtatoriyê tên kirin. Şerê ku Erdogan dike şerekî qirêj e. Şereke ku li dijî Kurdan tê kirin ku bi temamî tine bikine. Her kesê vedixwînîm çalakiya ji bo piştgiriya bi Efrînê ku wê roja Şemiyê saet 15:00’an li Bellnzonayê bê lidarxistin.”