Polîtîkayên şer û dagirkerkeriyê hatin protestokirin

Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filistînê li gelek navendan hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên Îsraîlê yên li Filistînê pêk tîne, li gelek navendan hatin protestokirin.

RIHA

Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filistînê li Rihayê bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo bertekên xwe nîşan bidin li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê hatin ba hev. Endam û rêveberên Haber-Sen’ê, Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan jî tev li bûn. Di daxuyaniya pankarta bi Kurdî, Erebî û Tirkî li ser “Riha aştiyê dixwaze” dinivîsî de Berdevkê Demê yê Platformê Kemal Yuksekkaya axivî û wiha got: “Em li ser erdnîgariya xwe û cîhana xwe aştiyê dixwazin.”

Yuksekkaya, diyar kir ku li ser erdnîgariyên Kafkasya, Rojhilata Navîn û Kurdistanê rewşa şer ya heyî bi awayekî bifikar temaşe dikin û wiha berdewam kir: “Di 6’ê Cotmehê de Wezareta Parastinê ragihand ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke hewayî dane destpêkirin. Di êrişên hewayî de sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, qadên jîngehên sivîl hatin bombebarankirin. Vê yekê di çapemeniyê de jî cih girt.”

Yuksekkaya, destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê hatine asta qirkirinê û wiha dirêjî da axafina xwe: “Bombekirina nexweşxaneyan û astengkirina mafê tedawiyê ya kesên tedawî dibin li dijî Peymana Cenevreyê û rêgezên hiqûqa şer in. Beriya du rojan li Meclisê tezkere hate îmzekirin. Em ji ber êrîşên hewayî yên li dijî bakurê Sûriyeyê zêde dibin û daxuyaniyên tên dayîn bi fikarin ku welatê me ber bi şerekî berfireh ve diçe. Şer, birçîtî, xizanî, koç, mirin, talana xwezayê û hêsrên çavan e. Em ji ber vê yekê dibêjin ‘şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e’.”

  Daxuyanî bi dirûşmeya “Ji şer re na, bila aştî demildest pêk bê” bi dawî bû.

 HATAY 

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îskenderûnê li Parka Saglikli Yaşamê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Coşkûn Selçûk bi lêv kir ku şer û pevçûnên li hin herêmên cuda yên Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin mirovahiyê ber bi karesatekê ve dibin. Selçûk, gotinên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên “Hemû binesazî û tesîsên enerjî û jiyanî ji niha û şûnde hedefên me yên meşrû ne” bi bîr xist û anî ziman ku êrîşên li dijî Bakur û Rojava yên piştî axaftina Fîdan di nava fikaran de temaşe dikin. Selçûk di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Şer ne çareserî ye. Li ser erdnîgariya xwe û di hemû cîhanê de em dest ji daxwazên xwe yên aştiyê bernadin.”

MÊRSÎN  

Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Ozgur Çocûkê li dijî polîtîkayên şer derketin. Di daxuyaniya pankarta “Ji şer re na bila demildest aştî pêk were û Qirkirin û Komkujiya li gelê Filistînê hatiye kirin şermezar dikin” hate vekirin de her tim dirûşmeyên “Gelê Filistînê ne bi tenê ye”, “Kujer Îsraîl, şirîka wê AKP” hatin berzkirin. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê yê demê Mûstafa Ozbay, bi lêv kir ku êrîşa li gelê Filistînê tê kirin “sûcê şer û mirovahiyê ye”. 

ENQERE  

DÎSK, KESK, Odeya Bijîşkan a Enqereyê û Odeya Bijîşkên Diranan a Enqereyê, têkilarî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê li ser Cadeya Sakarya ya Kizilayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji bilî parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP), Seroka Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û bi sedan kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Filistîna li ber xwe dide wê serbikeve, Rojhilata Navîn ne wê bi şer wê bi aştiyê biguhere” hate vekirin. 

Berdevkê Demê yê KESK’ê Îbrahîm Kara anî ziman ku Îsraîl sûcê şer dike û wiha got: “Em êrîşa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneyê ku di şeran de jî divê dest lê neyê dayîn şermezar dikin. Rêveberiya Îsraîlê ya van komkujiyan pêk tîne divê bi sûcên şer û qirkirinê bên darizandin.” 

Seroka Giştî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî wiha got: “Ez careke din tînim bîra we ku ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e. Beriya çend rojan Wezîrê Parastina Îsraîlê li dijî filistiniyan gotina ‘mirovên weke heywanan’ bi kar anî. Divê ev weke gotineke qirkirinê bê nirxandin. Dagirkirineke 75 salan roj bi roj hewl tê dayîn bi encam bikin. Divê em hemû li dijî van helwestên dagirker, binpêkirinên mafan û sûcên mirovahiyê derkevin.”

AMED 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Tenduristiyê ya Amedê jî li ber Nexweşxaneya Selahattîn Eyubiyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniya pankarta “Divê aştî demildest pêk were” hate vekirin de li ser navê platforman Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 2’yan Hasan Çitrik axivî.  

Çıtrık, anî ziman ku êrîşa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneya li Gazeyê “sûcê şer û mirovahiyê ye” û destnîşan kir ku teşhîrkirina cenazeyan a Hamasê jî sûcê şer e.  

Çıtrık, bi lêv kir ku heta pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Filistînê çareser nebe pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser nabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê erdnîgariyê, ku gelan bi hezaran salan tecrûbeya jiyana bi hev re ya aştiyane dîtine, rêya herî baş a ji bo vegerandina aştiyê, esasgirtina çareseriya demokratîk û aştiyane ye.

Çıtrık, ê bang li aktorên herêmê kir ku aştiyekê pêk bînin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke hêzên ked û demokrasiyê; em li dijî şer aştiyê, li dijî yekperestiyê pir rengiyê li dijî taritiyê ronahiyê biparêzin. Şer ne çareserî ne êş, hilweşandin û hêsrên çavan e. Em ê li herêma xwe û hemû cîhanê dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin.”

ŞIRNEX

Platforma Şaxan a KESK’ê li ber avahiya platformê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên KESK’ê, rêveberên HEDEP’a Şirnexê, Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşim Tûgûrlî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e” hate vekirin de metna daxuyaniyê Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Şirnexê Enes Încîn xwend.

Încîn, diyar kir ku êş û texrîbatên ku şer diafirîne xelas nabin û wiha got: “Bi hinceta êrişên Hamasê gelek tê qirkirin. Di hiqûqa şer de êriş kirina hin hedefan bi taybetî hatiye qedexekirin.” Încîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Beriya du rojan li Meclisê tezkere hate îmzekirin. Em ji ber êrişên hewayî yên li dijî bakurê Sûriyeyê zêde dibin û daxuyaniyên tên dayîn bi fikarin ku welatê me ber bi şerekî berfireh ve diçe. Şer, birçîtî, xizanî, koç, mirin, talana xwezayê û hêsrên çavan e. Em ji ber vê yekê dibêjin ‘şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e’.”

STENBOL

Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê bi armanca êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê şermezar bikin li Qada Beyazitê daxuyanî da çapemeniyê. Xwendekaran pankarta “Ji çem ber bi deryayê ve Filistîna azad” vekirin û bi alên Filistînê di nava Zanîngeha Stenbolê de hatin bahev û ber bi Qada Beyazitê ve meşiyan. Xwendekaran di meşê de dirûşmeyên “Kujer Îsraîl ji Filistînê derkeve” , “Emperyalîstan, hevkaran û fîloya 6’emîn ji bîr nekin” berz kirin.

Metna daxuyaniyê ya têkildarî mijarê li ser navê xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Esma Gultekîn xwend.  

Gultekîn, anî ziman ku tevgerên ciwanên xwendekar salên berê jî piştgiriya berxwedana Filistînê kirin û li dijî emperyalîzmê sekinîn. Gultekîn, bi lêv kir ku weke xwendekarên Zanîngeha Stenbolê îro jî piştgiriya Filistînê dikin. Gultekîn bal kişand ku desthilat di şerê navbera Îsraîl û Filistînê de polîtîkayeke ji hev negire dimeşîne û wiha got: “Yekane tişta ku hikûmeta Qesrê li dijî êrîşkariya Siyonîst a bi rojan e didome dike, daxuyaniyên dijminane û nirxandinên hevnegirtî ne. Ji bo li cem gelê Fîlîstînê bisekinin, lazim e hemû têkiliyên bi Siyonîzmê re bên qedanain.”

Gultekîn, bang kir ku di serî de xwendekar herkes piştigiriya Filistînê bikin. “