Polîsên Tirk dor li Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê girt
Polîsên Tirk, ji bo nehêlin Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê daxuyaniyê bide, dor li avahiya bajarê Edeneyê girt.
Polîsên Tirk, ji bo nehêlin Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê daxuyaniyê bide, dor li avahiya bajarê Edeneyê girt.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, ji bo di salvegera avabûna partiya xwe de li Şanoya Amfî ya li Parka Navendê ya Edeneyê pîrozbahiyê bike, serî li Walîtiya Edeneyê da. Walîtiya Edeneyê, bêyî hincet serlêdan red kir.
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê ji bo protestokirina biryarê, da zanîn ku wê saet di 17.30’an de li Parka Heykellî daxuyaniyê bide. Beriya daxuyaniyê, polîsan, bi bariyeran dor li parkê girt. Avahiya HDP’ê ya Edeneyê jî bi polîs û wesayîtên wan hat dorpêçkirin. Polîs, nahêlin kes ji parkê derkeve û bikeve.