Polîsên Metîn Yûrtsever kuştin hatin fihêl kirin

Polîsên Metîn Yûrtsever kuştin hatin fihêl kirin

Di doza Metîn Yurtseverê k udi avahiya HADEP’ê de hatibû binaçavkirin û di bin çavande bi îşkenceyê hatibû ştin, biryar hate dayîn. Dadgehê îmze avêt biryareke sosret a din û polîsên kujer berat kir.

Yurtsever di sala 1998’an de li avahiya HADEP’ê ku ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibûn girevê, di encama serdegirtina polîsan de hatibû binaçvkirin. Ligel Yurtsever gelek kesên din jî hatibûn biçavkirin. Yurtsever di binçavan de rastî îşkeceya giran hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî mirina Yurtsever, der barê 16 polîsên Midûriyeta Asayîşê de doz hat vekirin. 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Kocaeliyê, ji bo polîsên kujer Şeyh Omer Edîz, Şaban Kurnaz, Îsmaîl Turkdemîr, Saaddetîn Topal, Bulent Oral Tunar, Bekîr Şahîn û Temel Çakmak 5 sal ceza birîbû. 9 polîsên din jî berat kiribûn.

Dosyaya ku bi salan bû li Dadgeha Bilin û dadgehên herêmî diçû dihat, de herî dawî Lijneya Giştî ya Cezaya Dadgeha Bilind, berata polîsan xwest. Dosye dîsa hat 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Kocaeliyê û li vir jî biryara Dadgeha Bilind hate erêkirin û hemû bersûcan berat kir.

‘LIGEL RAPORÊ ÎŞKENCEYA POLÎSAN NEDÎT’

Malbata Metîn Yurtsever li ser biyarê li ber edliyê daxuyaniyek da. Zavayê Yurtsever, Îsmet Yurtsever wiha got: “Roja buyerê deriyê HADEP’ê balyozan hate şikandin. Bi cop û texteyan li wan xistin. Piştre birin midûriyetê û îşkence li wan kirn. Metîn li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di rapora saziya Tipa Edlî de jî îşkece hate tespîtkirin. Lê ligel vê Lijneya Giştî ya Cezayê ya Dadgeha Bilin îşcekenceya polîsan nedît. Baweriya me bi hiqûqê nema.

DOZ BIRIN DMME

Parêzerê malbatê Keleş Ozturk jî wiha got: “Kujer diyarin. Bi vê biryarê Yurtsever careke din hatiye qetilikirin. Vê biryarê em tatmîn nekirine. Me serî DMME’yê da û em li benda biryara wane.