Polîsê Munchenê dawî li greva birçîbûnê ya penaberan anî

Polîsê Munchenê dawî li greva birçîbûnê ya penaberan anî

Li bajarê Elmanya Munchenê, penaberên ev 5 roj in di greva birçîbûnê de ne, rastî destwerdana polîsan hatin. Polîsan dan xuyakirin, ku ji ber rapora doktoran a li ser rîska li ser beden û canê çalakgeran, wan dawî li greva birçîbûnê anîne.

Li Munchenê, nêzî 30 penaber ji bo naskirina mafên penaberiyê, derfetên mal, kar û perwerdeyeke baştir, ji roja Şemiyê û vir ve ketibûn greva birçîbûnê. Penaberên ku ji duh û pê ve vexwarina avê red kirin, saet li dora 21'an rastî destwerdana polîsan hatin.

Berdevkê polîsan Wolfgang Wenger anî ziman ku piştî destwerdanê hin ji penaberan derketine ser darê û bi xwekuştinê "gef xwarin e", lê bi alîkariya arkujan hatine daxistin. Wenger îdîa kir ku ji ber rapora doktoran a tê de digotin, "rîska jiyanê" ya penaberên çalakger heye, wan destwerdan kirine.

Li Elmanyayê di 10 mehên destpêkê yên îsal de 135 hezar kesî serlêdana penaberiyê kiribûn û 22 hezar 500 kesên beriya niha serlêdan kiribûn, careke din daxwaza penaberiyê kirin.