Polîsan meşa Tekîrdagê asteng kir

Polîsan meşa Tekîrdagê asteng kir

Meşa ku BDP’ê bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên birçîbûnê ji Esenyurtê heya Tekîrdagê bi meşin ji aliye polîsan ve hate asteng kirin. polîsan hemû rêyên diçin avahiya BDP’ê girtin.

Rêxistina BDP’ê ya Bajarê Stenbolê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ku di roja 42’mîn de ye meşekê li Tekîrdagê pêkbîne rastî astengiya polîsan hat. BDP’ê dabû diyarkirin ku, ew dê bi komekî 500 kesî bimeşin Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê. Çav li re bû ku, meş îro di demjimêr 12.00’an de li ber avahiya BDP’ê ya Esenyurtê destpê bike.

Lê belê polîsan di demjimêrên serê sibehe de hemê rêyên diçin avahiya BDP’ê ya navçeyê girtin. hêjmarek zêde hêzên çevik yên polîs û panzer bicih kirin, her wiha polîs destûr nadin tu kes derbaz bibe.