Polîsan li ber Meclîsê êrîşî endamên KESK'ê kirin
Endamên KESK'ê xwest li ber Meclisê çalakî li dar bixe. Polîsan êrîşê çalakiyê kir.
Endamên KESK'ê xwest li ber Meclisê çalakî li dar bixe. Polîsan êrîşê çalakiyê kir.
Endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji bo şermezarkirina guhertina cihê mitîngê ji aliyê walîtiyê ve ku wê sibe li Qada Tandogan a Enqereyê bi dirûşmeya “Ne budçeya hilbijartinê, budçeya debarê” bê lidarxistin, li ber Deriyê Çankayayê yê Meclîsê hatin cem hev.
Polîsên ku girseya li ber meclîsê kom bûn dorpêç kirin, piştre êrîşî komê kirin. Endamên KESK'ê yên ku xwestin îmzeyên ku kom kirine pêşkêşî Meclîsê bikin jî hatin astengkirin.
Piştî bûyera astengkirinê girseyê li nêzî Deriyê Meclîsê yê Çankayayê daxuyanî da.
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk bertek nîşanî helwesta polîsan da û got, “Ev demeke dirêje em li Enqereyê bi Rewşa Awarte re rû bi rû ne. Binpêkirina mafan û zextên li dijî mafên sendîka û azadiya fikrê me hene. Em ê van qedexeyan nasnekin."