Polîsan kel û pelên di wesayîta parlamenter Demîr de desteser kirin

Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin û kel û pelên di wesayîta parlamentera Partiya Çepên Kesk Nejla Demîr de desteser kirin.

Li Îzmîrê polîsan bi ser avahiyên rêxistina bajêr û navçeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve girtin. Polîs hê jî lêgerînên xwe yên li avahiyên HDP’ê didomînin. Li aliyê din hat zanîn ku polîsan, nava otomobîla Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr jî lêgerîn kirine û dest danîne ser komputer û hin ewraqên wê. Her wiha polîsan nehişt Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Burcugul Çûbûk têkevin avahiyê HDP’ê.

Çûbûk bertek nîşanî serdegirtina polîsan da û destnîşan kir ku lêgerîna otomobîla parlamenter bêhiqûqî ye. Çûbûk bi bîr xist ku parêzbendiya wesayîta parlamenteran heye û got: “Operasyona Alî Yerlîkaya ya ku ev hefteyeke didomîne, operasyona dijminatiya gel e. Em niha li pêşiya avahiyê HDP’ê yê bajêr in. Ketina me ya hundir tê astengkirin. Li vir sepaneke derhiqûqî heye.”

Çûbûk detnîşan kir ku polîsan ji wan re wiha gotine: “Hevserok hatin binçavkirin. Em li kargehê digerin.” Çûbûk anî ziman ku HDP ne kargeh e û got: “Ev hefteyek e ev bêhiqûqî berdewam dike. Em bi pêvajoyeke ku hiqûq nayê pêkanîn re rû bi rû mane."

Çûbûk bi bîr xist ku operasyonên tên kirin bi êrîşên Herêma Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî ne û got: “Divê ev polîtîkaya şer a desthilatê hilbiweşe. Ev ne êrîşeke ji rêzê ye. Ji bo tezkereya Iraq û Sûriyeyê ya ku dê were Meclisê, tê kirin. Ji ber ev şereke li hemberî kesên dijî tezkereyê têdikoşîn e. Em paş de gav navêjin. Em ê di Meclisê de jî, li derve jî, dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.”