Polîsan êrîşî çalakiya protestoyî ya li Wûppartalê kirin
Piştî çalakiyê ku li bajarê Wûppertal ê Elmanya bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber WDR TV hate lidarxistin, polîsan êrîşî girseyê kirin.
Piştî çalakiyê ku li bajarê Wûppertal ê Elmanya bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber WDR TV hate lidarxistin, polîsan êrîşî girseyê kirin.
Di encama êrîşê de kesek hate binçavkirin.
Li bajarê Wûppertal ê Elmanya, li ber WRD TV bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de dosyayek têkîldarî tecrîdê radestî rayedarên TV hate kirin, piştî girse belav bû jî polîsên ku rê qut kirin xwestin bi zorê nasnameyan kontrol bikin.
Polîsê ku piştî bi awayekî fîzîkî tundî li ser kesekî bi kar anî, ew binçav jî kir. Polîsan girseya ku hewl dida belav bibe dorpêç kir û derketinan asteng dike.
Di çalakiyê de Kurdistaniyan banga “werin vir” li Kurdistaniyên li Wûppertalê û derdora wê kirin.