Polîsan êrîşî çalakiya protestokirinê kir, gelek kes binçav kirin
Polîsan êrîşî çalakiya protestokirina operasyonên binçavkirinê yê li Stenbol û Kirklareliyê ya li dijî HDK û HDP'ê hatibû lidarxistin kirin û gelek kes binçav kirin.
Polîsan êrîşî çalakiya protestokirina operasyonên binçavkirinê yê li Stenbol û Kirklareliyê ya li dijî HDK û HDP'ê hatibû lidarxistin kirin û gelek kes binçav kirin.
Li Stenbol û Kirklareliyê danê sibehê di serdegirtina malan de di nava wan de rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek saziyên sivîl hebûn herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirk Alî Yerlîkaya gotibû ku di serdegirtina 26 navnîşanên cuda de hatine binçavkirin. Dadgeriya Tirk bi lez û bez der barê lêpirsînê de biryara "veşartiyê" da, hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re 24 saetan hat astengkirin.
Partiya Çep a Kesk û HDP ji bo protestokirina binçavkirinan xwestin li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin.
Lê polîsan taxa ku avahiya partiyê lê ye dorpêç kir û destûr neda ku daxuyanî bê dayîn.
Girseya ji bo daxuyaniyê kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Gelek kes hatin binçavkirin.