Polîsan êriş birin ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê

Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê ji bo berdana du hevalên xwe yên hatin girtin, çalakî kirin. Polîsan êriş birin ser çalakiyê û gelek xwendekar destgîr kirin.

Çalakiya xwendekaran a ji bo berdana du xwendekarên girtî hate lidarxistin, bû hedefa êrişa polîsan.

Polîsan êriş birin ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û gelek xwendekar bi tundî destgîr kirin.

Polîsan her wiha bi mertalên xwe nehiştin ku rojnamevan dîmenê bûyerê bikişînin.

Piştî ku rektorê qeyûm Nacî Încî giliyê xwendekaran kirin di 5'ê Cotmehê de 10 xwendekar hatibûn destgîrkirin û 2 ji wan piştî rojekê hatibûn girtin.