Polîsan êrîş bir ser Dayikên Şemiyê û ew destgîr kirin
Polîsan nehişt Dayikên Şemiyê bimeşin, erîş bir ser û gelek kes destgîrkirin.
Polîsan nehişt Dayikên Şemiyê bimeşin, erîş bir ser û gelek kes destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê yên bi daxwaza diyarbûna aqûbeta windayan û darizandin û girtina kujer û yên dane kuştin, her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin. Îro hefteya 966’emîn a çalakiyê bû ku wê bihata lidarxistin. Malbatan windayan parêzkarên mafên mirovan, Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik jî vê heftey bi armanca piştgiriyê tev li çalakiyê bûn.
Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarê qedexekirina qadê biryara “binpêkirinê” da jî 26 hefte ne polîs nahêlin ku Dayik/Mirovên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bibin. Polîsan dîsa bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê, dor li qada çalakiyê û rêyên di qada çalakiyê re derdikevin girt û nehişt dayika çalakiya xwe li dar bixin.
DESTGÎR BÛN
Dayik/Mirovên Şemiyê û mafparêzan bi qurnefîlên sor ji Rêya Îstîklalê ji du aliyan ve dest bi meşê kir lê polîsan dor li wan girt û nehişt bimeşin. Polîsan, Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de, dest li gelek kesan kelemçe kirin û bi lêdan destgîr kirin.
BI DAYIKAN RE BÛN PIŞTGIR
Rojnamevanan ku xwest û wêne û dîmenên lêdan û destgîrkirinê bigirin, wek her car dîsa ji aliyê polîsan ji çalakgeran bi dûr kirin. Welatiyên li der û dorê li çepikan xist da ku bi Dayikên Şemiyê re bibin piştgir.
‘NE ŞOV E, KURÊ MIN WINDA YE’
Hanîfe Yildiz a dayika Mûrat Yildiz ê destgîrkirî hatiye windakirin, gava polîsan dor li wan girt, bertek nîşan da, got: ‘’Bihêlin em biçin.’’ Polîs ji Yildizê re got: ‘’Şovê neke. Yildizê got: ‘’Ne şov e, kurê min winda ye.’’