Polîsan avêtin ser malên xebatkarên Azadiya Welat

Polîsên Tirk bi ser malên 24 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat ên hatin binçavkirin de girt. Polîsan di serdegirtina malan de alavên malbatan belav kirin û li mirovên li malan xistin.

Polîsên Tirk di 28'ê Tebaxê de bi ser Buroya Rojnameya Azadiya Welat a Amedê de girtibûn. Di serdegirtinê de bi 24'ê xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat binçav kirin. Polîsan piştî 3 roj berê xebatkarên rojnameya Azadiya Welat binçav kirin, şevê din bi ser malên wan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de deriyê mala Îbrahim Bayram şikandin û endamên malbatê darp kirin. Polisan di serdegirtina malan de gotin "Pêvajoya OHAL'ê heye. Em çi bixwazin em wê wî bikin." û gef li malbatan xwariye. Malbatan diyar kirin ku ji ber tiştek bi dest nexistin xwestin alozî û provakasyonan çêkin."