'PKK partiya jinê ye'

'PKK partiya jinê ye'

Endama Konseya Serokatiyê ya PKK'ê Elîf Ronahî da xuyakirin, ku di hatina vê astê ya PKK'ê de rola jinê ya pêşeng gelekî girîng e û destnîşan kir, ku tevgera wan di heman demê de, di rêxistinbûyîn û sîstema xwe de, gihaştiye qonaxeke konfederal a demokratîk. Ronahî diyar kir, ku PKK'ê ji roja destpêkê heta niha, azadiya jinê weke pîvana esasî û bingehîn a sosyalîzmê dîtiye û anî ziman ku di vir de cudahiya bingehîn a azadîparêziya zayendî ya demokratîk, hatiye destnîşankirin.

Endama Konseya Serokatiyê ya PKK'ê Elîf Ronahî bi wesîleya 36. salvegera damezradina PKK'ê ji ANF'ê re axivî û ragihand ku di rastiya Rojhilata Navîn û Kurd de mijara jinê, qada herî ferazî ye. Ronahî da zanîn ku şoreşa dijber û şikestinên zayendî yên bi giranî li xaka xwedawendan derdikevin holê, herî zêde bandora xwe li vê qadê dikin û got, "Koledariya jinê û pêşketina 'şaristaniyê' di nava têkiliyeke hevdemî de gihaştine roja îro. Jinên Kurd ji ber ku têkiliya xwe ya bi dewletê re bisînor e, taybetmendiyên nasnameya azad, bêhtir bi xurtî anîne roja îro."

Ronahî diyar kir ku di nava saziya malbatê de jî bi mêrê prototîpa dewlet û desthilatdariyê ye her tim di nava têkilî û nakokiyê de ye û anî ziman ku cihgirtina jinê di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya li ser bingeha tespîta 'Kurdistan di bin mêtîngeriyê de ye' derket holê, di nava mercên dîrokî de pêk hat.

'MEŞ BI SARA DESTPÊ KIR Û BI ARÎN MÎRXAN DERKET ASTA HERÎ BILIND'

Da xuyakirin ku di destpêka meşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi qasî ku pêwendiya xwe bi jinê hebû, li pêşberî nasnameya jinê nêzîkatiyek hayjixweyî nîşan da, sîstema rêhevaltiya bi jinê re di salên zarokatiyê de da destpêkirin û heta roja îro kûr kir, astên çînî û neteweyî derbas kir û çarçoveyeke gerdûnî derxist holê.

Ronahî got, "Di nirxandina dawî de gihaşt wê tespîtê ku jin bi tena serê xwe neteweyeke. Rêbertî, di nava têkoşîna rizgariya neteweyî de, weke hêmaneke bingehîn a felsefeya jiyanê, meşa bi jinê re ya di mercên wekhev û azad de, meşa ber bi welatê azad esas girt" û destnîşan kir ku di vê meşa azadiyê ya bi Ocalan re hin nemir afirîn. Ronahî di dewama axaftina xwe de got, "Bi hezaran ji wan jî bi Rêbertiya xwe re meşa azadiyê dewam dikin. Ev meş bi Sakîne Cansiz-Sara û Besê Anûş destpê kir, bi Arîn Mîrxan derket asta herî bilind" û anî ziman ku ji dema avabûna PKK'ê heta roja îro, jinê di nava PKK'ê de roleke girîng lîstiye.

"Aliyekî din ê pîvanî ku Rêbertiya me û PKK'ê ji yên din cuda dike jî, nêzîkatiya li pirsgirêka jinê û azadiyê ye, ku ev nêzîkatî di her asta xeta pêşketina Rêbertiyê de derketiye holê. Di danezana encamê ya PKK'ê de behsa statuya jinên Kurd hatiye kirin û ji bo guhertina statuya heyî ya jinê, bal hatiye kişandin ser girîngiya têkoşînê. Rêbertiya me û koma wî ji beşdariya jinê re vekirî bû, lewma vê yekê ji bo gavên dîrokî yên azadiyê yên ji bo jinê, firsend û bingeheke girîng pêşkêş kiriye. Bi taybetî beşdarî û eleqeya jinê ya li civînên Rêbertiya me yên li Kurdistanê, balkêş e. Di serî de hevala Sara tevlîbûna gelek jinan û rêxistinbûyîna jinê, xwe dispêre salên destpêkê."

Endama Konseya Serokatiyê ya PKK'ê Elîf Ronahî da xuyakirin, ku jinên destpêkê yên di nava refên PKK'ê de cih girtin, rastiya malbatê ya heyî û rêbaza jiyanê ya sîstem li ser ferz dike red kirine û got, "Van beşdariyan, di nava civakeke li Kurdistanê xwedî zîhniyeta paşverû-kevneşop, di asta erdhejê de bandorek afirand. Nuqteya destpêkê ya rastiya sosyolojîk a di nava civaka Kurd de di asta şoreşeke demokratîk de rê li ber guhertinê vekir, kombûna jina azad li derdora rêbertiyê ye. bi tevlîbûnên jinê re, destpêkê çanda jiyanê afirî. Jinên destpêkê beşdarî xebatên leşkerî-bîrdozî bûn, destpêkê gule teqandin, destpêkê bombe avêtin, destpêkê perwerde dîtin, gelek pîvanên ku niha nikarin werin birêzkirin, bi ser xistin."

Ronahî diyar kir ku wan li bersiva pirsên "Em çawa jiyan, çawa dijîn û divê em çawa bijîn" geriyane û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji jinên ji halê xwe razî, li tiştekî nedipirsî, rastiya jineke lêgerîna azadiyê afirî. Ya herî girîng jî jin bû xwedî nasnameya îdeolojîk. Bi tevlîbûna nava refên PKK'ê re dema asta zanistiyê li gel me peyda bû, me ji kûrahî ve hîs kirin ku jinên ji rehma mê re hatine hiştin bi çi rengî winda kirine. Bi hêza ji Rêbertiya xwe wergirtî re, refleksên me yên destpêkê derketin holê. Li dijî mêrê serwer û rastina jina bindest, refleksên me derketin holê."

'JIN DI HER QADÊ DE BÛYE KIRDE'

Ronahî diyar kir ku ji salên destpêkê yên PKK'ê û pê ve, di serî de li qadên şer û civakî li hemû qadên têkoşînê jinê cih girtiye û li gel asta zanyariya jinê, bûne xwedî tecrûbeyên girîng û got, "Bi tevlîbûna jinê li nava refên PKK'ê re, guherîn û veguherînên girîng di nava civakê de pêk hatin. Felsefeya jiyanê ya Rêbertiya me, ji aliyê cewherî û bingehîn ve guherîn û veguherînê esas digire. Bi tevlîbûna li nava Tevgera Azadiyê re, ne tenê di nava civakê de rê li ber guherîn-veguherînê vekiriye, di heman demê de di nava PKK'ê de jî di guhertin û pêşketinan de roleke girîng lîstiye. Asta ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî, çandî derketiye holê, di guhertin û veguhertina mêr de, di pêşxistina aliyê estetîk û exlaqî ya jiyana azad de, bûye kirde. Bêguman di pêşketina van hemûyan de analîzên berfireh ên Rêbertiya me der heqê jinê de kiriye û hewldanên ji bo şênberbûyîna pîvanên jiyana azad, roleke girîng lîstine. Nirxandinên herî berfireh ên Rêbertiya me der heqê jinê de kiriye, di 8'ê Adara sala 1987'an de bi tespîta dîrokî ya 'bi jina kole re şoreş nabe' destpê kiriye. Rêxistinbûyîn, xwedî hêza vîna rêxistinî, di xwegihandina azadiya jinê de weke pêlika herî girîng hat destnîşankirin û jinan li ser van esasan bi YJWK xwe cara yekemîn birêxistin kirin."

Ronahî da xuyakirin ku encama civakîbûna nêrînên azadiyê yên PKK'ê, di sala 1989'an de di kesayetiya Binevş Agal de bi serhildanên bi pêşengiya jinê derket holê û anî ziman ku di salên 1990'î û piştî wê de hem ji aliyê hejmar hem jî ji aliyê wesfê de tevlîbûnên xurt ên jinê çêbûn.

Ronahî diyar kir ku bi artêşbûyîna jinê re, jinên Kurd ketine nava gelek qadên têkoşînê ku weke qadên mêr dihatni dîtin û bi meşa serketîn re jin bûye xwedî baweriyeke ji xwe ya gelekî mezin.

Ronahî rgaihand, ku di sala 1995'an de bi rêxistinbûyîna YAJK'ê re astekek derketiye holê û jinê bi vê rêxistinbûyînê re di artêşbûyînê de rêxistinbûyîn û biryargeha xweser derxistiye holê. 

'BI PARADÎGMAYA RIZGARIYÊ YA LI DORA JINÊ RE MIROVAHÎ AZAD DIBE'

Ronahî da xuyakirin ku di sala 2005'an de tevgera jinên Kurd bi Koma Jinên Bilind (KJB) re modela rêxistina konfederal afirandiye, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re ne tenê ji bo azadiya jinên kurd, ji bo tevahiya mrovahî û hemû gelan pêşeroja azad îfade kirine û destnîşan kir, ku li dijî modernîteya kapîtalîst, alternatîfa neteweya demokratîk, modernîteya demokratîk bikar anîne. Ronahî diyar kir ku gava partîbûyînê dîrokî bû, di rêya azadiyê de ji bo jinê meşeke girîng bû.

'JI HEMÛ JINAN RE BÛN ÇAVKANIYA HÊVIYÊ'

Ronahî diyar kir ku di têkoşîna jinê ya bi YJWK re destpê kir û xwe gihandiye asta KJK'ê de gelek bendên girîng hatine derbaskirin û têkoşîn veguheriye hêviya jinên Rojhilata Navîn û got, "Hovîtî û nêzîkatiyên li derveyî mirovahiyê yên DAIŞ li jinan dike, pêngaveke azadiya radîkal li Rojhilata Navîn teqandiye. Hemû jinên li Rojhilata Navîn neçar mane ku rêxistinbûyîneke hevpar û parastineke hevpar biafirînin.

'PKK GIHAŞTIYE ASTEKE KONFEDERAL A DEMOKRATÎK'

Di asta heyî de PKK'ê civakîbûneke girîng afirandiye. Çawa ku li qûntarên Zagros-Torosan şoreşa gund a neolotîk ku şoreşa herî girîng a dîroka mirovahiyê ye hat jiyîn, di roja îro de jî di pêşvebirina şoreşeke bi heman rengî de PKK'ê roleke girîng lîstiye. Şaristaniya civaka bi çîn,b i desthilatdar a dewleta netewe, hatiye rakirin. Ji bo gelên Rojhilata Navîn, xwedî paradîgmayeke gelekî xurt e, ku azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk esas digire. Di asta avakirina jiyana azad û neteweya demokratîk de ye."

Ronahî diyar kir ku di hatina roja îro ya PKK'ê de rola pêşengiyê ya jinê gelekî girîng e û anî ziman ku PKK di heman demê de di rêxistinbûyîn û sîstema xwe de gihaştiye asta konfederal a demokratîk. Ronahî anî ziman ku paralelî PKK'ê PAJK, paralelî KCK'ê KJK, paralelî HPG'ê YJA STAR derketiye holê. Ronahî diyar kir, ku PKK'ê ji roja destpêkê heta niha, azadiya jinê weke pîvana esasî û bingehîn a sosyalîzmê dîtiye û got, "Rêberê me yê sîstema hevserokatiyê derxist holê xwest bê rûniştandin û veguhere saziyê. Hevserokatî, sazîbûyîna siyasî û demokratîk a destketiyên têkoşîna azadiya jinê ye. Ya herî girîng jî di civakîkirina sîstema me, avakirina jiyana azad û neteweya demokratîk de, pêngaveke demokratîk e. Di ji holê  rakirina aliyên koledarî û serwerî de qada temsîliyeta sîstemî û saziyî ye. Ev rastî asta PKK û PAJK'ê xwe gihandiyê û armancên wan ên gerdûnî nîşan dide."