Piştî mirinê bi du salan li malê hat dîtin

Piştî mirinê bi du salan li malê hat dîtin

Li bajarê Karlstad ê Swêdê jineke 70 salî piştî mirina xwe du sal şûnde li mala wê hat dîtin.

Di avahiya aîdî saziyekê, ji ber şilbûna dîwarê derve yê avahiyê rayedarên avahiyê bi kirêciyan re ketin têkiliyê. Piştî telefon hat vekirin û name jî hat şandin ku tu bersiv nehat, rayedarên avahiyê Daîreya Îcrayê agahdar kirin.

Peywirdarên Daîreya Îcrayê ku piştî derî vebû ketin hundir, îskeletê jinê dîtin. Li gorî nûçeya di rojanmeya Varmlands Folkblad  de, tê gotin ku ji ber ev jin kêm diçû mala xizmên xwe û cîranan û her wiha kirê û heqê elektîrîka wê ji meaşê wê yê teqawîtbûnê dihat birîn, kesî mirina wê ferq nekiriye.

Berdevkê çapemeniya polîsan Tommy Lîndh got ku di lêkolîna ku li malê kirine de ev jin herî kêm berî niha bi 2 salan miriye.

Sala buhrî di meha Gulanê de li Stockholmê  jî kesekî 51 salî li mala xwe miribû û sal 2 şûnde di nav nivînên xwe de hatibû dîtin.