‘Piştî me bila kes bêbav nemîne’
‘Piştî me bila kes bêbav nemîne’
‘Piştî me bila kes bêbav nemîne’
6 zarokên ku li ber çavên wan mala wan hat şewitandin û bavê wan jî di têkoşîna li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, li konê ku dijîn hewl didin wateyê bidin tiştên hatine serê wan. Guz a 12 salî ku xwedî li têkoşîna bavê xwe yê YPG’î Xelîl Temo derdikeve, Ehmedê du salî ji her tiştî beyî agahî, bavê xwe ji dayika xwe dipirse.
Piştî êrîşên li dijî Kobanê bi sed hezaran kes ji warê bûn. Bi sedan zarok bê dê û bê bav man. Yek ji van jî malbata Temo ya ji 6 zarokan pêk tê ye. Li gundê Ebîk xaniyê malbatê hildiweşe û kantona Kobanê ji wan re xaniyek çêdike. Lê DAIŞ’ê dîsa xanî şewitand. Xelîl Temo yê YPG’î hevsera xwe û zarokên xwe şand Pirsûsê. Temo mehek berê bi 5 hevalên xwe re li gundê Ebîk di pevçûnê de hat qetikirin. Zarokê wî yê mezin Guz a 12 salî û yê biçûk jî 2 salî ye. Ehmedê biçûk her roj bavê xwe ji dayika xwe dipirse.
EZ ÇAWA JÊ RE BÊJIM
Necah Humeydî da zanîn ku wan cenazeyê hevserê xwe jî negirtiye û çeteyan ocaxa bi sedan malbatî wêran kiriye û got: “Hevserê min û hevalên xwe ji bo rûmeta mirovahiyê têkoşiyan û jiyana xwe ji dest daye. Hevserê min xwe da ser doza Kurdistanê. Li gel ku min ev dizanibû jî ez pêre zewicîm. Di ciwantiya xwe de di têkoşîna azadiyê de xebata aktîf dimeşand. Ji ber wê nediket pey mal û milk. Herî dawî mala me hilweşiya. Hikûmetê ji me re xanî çêkir, lê DAIŞ’ê şewitand. Niha ez bi 6 zarokên xwe re tenê mame. Kurê min ê herî biçûk du salî ye. Ez ê niha çawa jêre bêjim ku bavê te tune.”
Keça wî ya 12 salî Guz Xelîl jî diyar dike ku xaniyê wan hatiye şewitandin û ew gelek dixwaze vegere Kobanê, lê ji ber ku xaniyê wan hatiye şewitandin wê li ku bimînin. Guz wiha got: “Bavê min ji bo şeref û namûsa xwe şehîd ket. Ez zaroka herî mezin im. Dayika min nikare karekî bike. Gelo em vegerin Kobanê em ê çi bikin. Kobanê wê azad be, lê em bê bav man. Piştî me bila kes bê bav nemîne.”