Çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ket roja 40'emîn û di girtiyên li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê û 1-2'emîn girtîgehên Tîpa F ya Kandira yên di çalakiya greva birçîbûnê de pirsgirêkên tenduristiyê destpê kirin. Di nav girtiyan de xwîn daverivandinê, êşa mîde û ser êşê destpê kir. Girtiyê edîl yê bi navê Murat Çelîktepe ku bi armanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyên siyasî pirsgirêkên cidî dijî û ji girtiyê bi navê Muhammed Mehmo yê ji Sûriyeyê ku 39 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye tu agahî jê nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di 12'ê îlonê de destpê kir ket roja 40'emîn û pirsgirêkên teduristî yên gelek cidî destpêkirin. Parêzerên bi navê Gulîzar Tuncer, Ramazan Demîr, Sînan Zîncîr, Îzzet Kiliç û Cem Gok li ser navê ÎHD'ê ji TTB'ê, rêxistinên navneteweyî yên tenduristiyê, TBMM'ê, Parlementoya Ewropa, Wezarata Tenduristiyê û Serokwezîriyê re têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyan re rapor amade kirin.
Di raporê de wiha tê gotin:
"Hemû girtiyên li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê pirsgirêka xewê dijîn û ji girtiyan Nurcan Can alerjiyê destpê kir. Di çavên wan de reş û şînbûn û pirsgirêkên têgihînê dijîn. Semra Tekîn di nav rojê de ji ber bêhal dibe dikeve û pirsgirêka xewê dijî. Xanim Çelîk li gel heman pirsgirêkan pirsgirêka têgihînê dijî. Çîmen Turk jî di tiliyên wê de reş û şînbûnê destpê kiriye û ligel pirsgirêka xewê di dilê wê de pirsgirêk heye. Di mîdeyê wê de êşê destpê kir. Canan Guler jî serê wê dest bi êşanê kir û di riyên îdrarê de pirsgirêkan dijî.
REVÎRA GIRTÎGEHÊ RAPOR NEDA
Girtiyên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê dest bi çalakiyê kirin jî pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Girtiyê bi navê Hakan Yalçinkaya yê ku di greva birçîbûnê de ye jî di rojên dawî de pirsgirêkên tenduristiyê yên weke êşa mîde û ser êşê dijî. Di 3 rojên dawî de gelek bêhal dibe û xumam dikeve ser çawên wî. Mahmut Gucîn tansiyona wî dikeve û gelek di westiyê û hestiyên wî di êşin. Gucîn ligel ku di roja 28'an de pirsgirêkên xwe vegotin jî bi zorê birin dadgehê û revîra girtîgehê rapor nedayê.
BÊHALIYÊ DIJÎ
Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Bagcilarê Cevdet Alîm, goştê diranênwî îltîhabê girtin û pirsgirêka wê dijî. Fehmî Aslan ligel heman pirsgirêka tenduristiyê pirsgirêkên din yên tenduristiyê dij. Îbrahîm Aykurt ji ber hefteyek gelek bêhale serê wî gelek diêşe. Nîhat Baran ligel heman pirsgirêkan di ditînê de pirsgirêkan dijî. Di movikên milan û parsuyan de gelek êşê dijî û pirsgirêka xewê dijî. Di nava rojê de tenê 4 demjimêran dikare rabike û êdî vexwarinan jî nikare vebixwe. Her tim pirsgirêka lerizînê jiyan dike. Necat Sacî ligel heman pirsgirêkan, pirsgirêka dîtinê û tansiyonê dijî. Aydin Tunç ligel heman pirsgirêkan bêhaltî û westiyan di astekî gelek jor de ye. Rojnameger Omer Faruk Çalişkan, heman pirsgirêkan dijî. Yusuf Keskîn jî heman pirsgirêkan jiyan dike.
Girtiyê bi navê Murat Çelîktepe yê edlî yê ku li heman girtîgehê bi ramanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyên siyasî jî pirsgirêkên gelek cidî yên bêhatiyê dijî.
DI TIF Û ÎDRARÊ DE XWÎNBÛN
Girtiyê bi navê Şeyhmus Oncel yê ku li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê dema ku çû destşoyê û hewcehiya xwe dît xwînbûn di îdrara wî de çêbû. Oncel pirsgirêka mîde dijî. Ligel ser êşanê tansiyona wî jî dikeve. Şevê ji ber ronahiyê çavên wî dişewitin. Emrah Kaplan çavên wî tarî dibin û ji ronahiyê nerehet dibe. Erol Şen dema ku serê sibê tif dike xwîn derdikeve. 10 kîlo winda kirin. Ersîn Yolu û Yasîn Yilmaz jî diyar kirin ku, moral û tenduristiya wan gelek başe. Nazmî Dogan zeyîf dibe. Suphî Yalçinkaya heman pirsgirêkên tenduristiyê dijî û Abdullah Ruzgar jî pirsgirêka ser êşanê dijî.
39 ROJIN TU AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN
Girtiyê bi navê Muhammed Mahmo yê ku hemwelatiyê Sûriyeyê jî ji ber girtiyê polîtîke destûr nedan bi parêzeran re hevdîtinê bike. Mehmo 39 rojin di çalakiyê de ye û têkildarî rewşa wî de tu agahî nayên bi dest xistin.