Pêşnûmeya naskirina Filistinê li Meclîsa Spanyayê ye

Pêşnûmeya naskirina Filistinê li Meclîsa Spanyayê ye

Meclîsa Spanyayê, îro wê pêşnûmeya ku tê xwestin Filistin weke dewlet bê nasîn, erê bike. Di rewşa ku pêşnûmeya ku ji aliyê Partiya Karkeran a Sosyalîst a Muxalefetê (PSOE) ve hatiye dayîn bên qebûlkirin, piştgiriya ji bo dewletbûna Filistînê tê dayîn, sembolîk be jî wê zêde bibe.

Pêşnûmeya ku dişibe ya Îngîlîstan, Îrlanda û Swêd ku Filistînê weke dewletekê nas dike, îro wê  Meclîsa Spanyayê jî erê bike. Di pêşnûmeya ku ji aliyê SPOE’ê ve hatiye pêşkêşkirin de tê xwestin ku hikûmeta Spanyayê Filistînê wek dewlet nas bike û piştgiriyê bide van pêngavan.

Pêşnûmeya ku li Meclîsa Nûneran a 350 endamên wê hene û baskê binî ya Parlamentoya Îspanyayê ye,  ji bo çareseriya pirsgirêka di navbera Filistin û Îsraîlê tê gotin ku ‘hebûna du dewletan’ gelek girîng e.

Di rewşa ku Spanya pêşnûmeyê qebûl bike de, wê piştgiriyê bide têkoşîna serbixwe ya Filistinê jî. Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê di meha Cotmehê de daxuyaniyek da û got ku ew ne di merheleya ku Fîlîstînê nas bikin de ne.

Di meha buhrî de Brîtanyaya mezin û Îrlandayê pêşnûmeyên ku Filistin wek dewlet bê nasîn qebûl kiribûn. Swêdê jî bi awayekî fermî diyar kir ku wan Filistin wek dewlet nas kiriye.

Heta niha 112 welatî pêşnûme qebûl kirin. Rayedarên Filistinê jî îdîa dikin ku 134 welatî ew wek dewlet muxatab girtine.