Pêşmergeyan li Saadiyê operasyon dan destpêkirin
Pêşmergeyan li Saadiyê operasyon dan destpêkirin
Pêşmergeyan li Saadiyê operasyon dan destpêkirin
Artêşa Pêşmergeyan û artêşa Bedîr, ji bo ku kontrola bajarê Saadiye ji DAIŞ’ê bigirin opersyon dan destpêkirin.
Pêşmerge, bi tîmên dij terorê yên girêdayî polîsên Xaneqînê vê sibehê ji bo navçeya Saadiye ya ev du meh in, di destê çeteyan de bû, bigirin li dijî çeteyên DAIŞ’ê dan destpêkirin.
Berdevkê polîsan a Xaneqînê Raîd Ferhad der barê operasyonê de daxuyaniyek da û got: “Îro pêşmergeyên di fermandeya Mahmut Sengawî û tîmên dij terorê yên bin komutaya min de di nava bajarê Saadiye de şer dikin. Hêzên taybet ên Iraqê yên di bin îradeya Hadî Amîrî de jî li gel pêşmergeyan li bajarê Saadiyê ne. Ev hêz hemû bi awayekî koordîne li dijî terorîstên DAIŞ’ê şer dikin.
Raîd Ferhat da zanîn ku ev çend roj bû hêzên hewayî yên Iraqê êrîşên hewayî berdewam dikin û wiha got: “Hêzên me yên hevpar di pêngava yekem de rêyên Sadiye-Xaneqîn û Beldroz girtin. Cenazeyên çend çeteyan ketin destê hêzên me. Nêzî navenda bajar bûne. Mahmut Sengawî û Hadî Amîrî li ser berfirehiya planê dixebitin.
ARTÊŞA IRAQÊ BER BI ÎMAM WEYS VE DIÇIN
Artêşa Iraqê ber bi bajaroka Îmam Weys diçin û ji bo ku ji destê DAIŞ’ê bigirin operasyon dan destpêkirin.
Di operasyona pêk hat de di navbera artêşa Iraq û hêzên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar rû didin û hat hînbûn ku artêşa Iraqê ber navenda bajarokê ve diçin.
Hat gotin ku rêya Sadiye-Îmam Weys ketiye kontrola artêşa Iraqê û hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda Îmam Weys bicih bûne nikarin teqwiyeyê bigirin.
Çavkaniyên leşkerî gotin ku rizgarkirina Îmam Weys ji bo serkeftina der barê Sadiye û Celawla gelek girîng e.