‘Pergala Îmraliyê awayekê birêvebirinê ye’

Parlamenterê Amedê Serhat Eren, diyar kir ku bingeha polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di şer de israr dike û civakê dixe bin tecrîdê, li Îmraliyê hatiye danîn û got ku ev bûye awayekê birêvebirinê.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren anî ziman ku hewil tê dayîn ku sedsala duduyan a Tirkiyeyê, sazûmaniyeke netewerest a Tirk ji nû ve ava bibe û wiha got: ‘’Rêzdar Ocalan ji ber ku li dijî vê pergalê ye nahêlin fikirên wî bigihîjin civaka Tirkiyeyê.’’

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren bi lêv kir ku berferehbûna çapa operasyonên qirkirina siyasî yên dawîn ji ber israrkirina li ser tecrîdê û şer e, nirxandin ji ANF’ê re kir. Eren da xuyakirin ku divê mirov li paşxaneya dîrokî ya tecrîda civakî, di kîjan merheleyan re derbas û çawa heta bi niha hatiye, binihêre û ev gotin kirin: ‘’Ji gava Rêzdar Abdullah Ocalan anîne Îmraliyê û bi pişt re hemû mafên bi li gor hiqûqa wê û peymanên navneteweyî misoger bûne, binpê kirine. Mafê hevdîtinê bi parêzer û malbatê re, ragihandin û telefon û nivîsîna nameyan nehatine hesabkirin.’’

'CIVAKA TIRKIYEYÊ BÊ BERTEK E'

Eren destnîşan kir ku bêyî guman Kurd li dijî vê her têkoşiyane lê nenaskirina qanûnan, destûra bingehîn û hiqûqa navneteweyî mijareke têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdan e û di dewamdarî ev tişt gotin: ‘’Nirxandina xwe wisa kir û tu car dengê xwe ji vê re nekir. Vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û Kurdan veguherî awayekê birêvebirinê. Desthilatdarî pê bawer e ku laboratûara Îmraliyê ji bo hebûna wê û kirina hikum li civakê û otorîteya xwe ya misoger, cihekê bikêr e, dest bi pêkanîna wê li ser civakê, kir.’’

'NEÇARESERIYÊ DIKIN ESAS'

Eren destnîşan kir ku sedemeke sereke ya girtina rê li ber ragihandinê piştî qedîna pêvajoya çareseriyê sala 2015’an, ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de aktorê sereke ye û wiha pê de çû:

‘’Dewletê niha neçareserkirina pirsgirêka Kurd ji xwe re kiriye esas. Ev neçareserî ji ber rakirina ji holê ya hiqûq û demokrasiyê ye. Ji birêxistinbûnê bigire ta bi mafê hilbijartin û hilbijirînê hemû mafên bingehîn ê civakê dane sekinandin. Dewlet ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re neke li polîtîkayên xwe yên şer dewam dike. Polîtîkaya wê ew e xwe bike.’’

'BINYADA MIHAFIZEKAR Û TIRKPEREST'

Eren derbirî ku sedsala duduyan li şûna komareke demokratîk hewila avakirina binyadeke neteweperest a Tirk tê dayîn û wiha axivî: ‘’Kurd wê ne di nava vê pergalê de bin. Yên din, çep, sol, sosyalîst, demokrat, odlar nîn bin. Vê pergala ketine hewila avakirina wê, parçeyekê planê têkbirinê yê berpêyî Kurdan e ku ji sala 2015’an ve heye. Di navbeyna sedsala duyemîn ku Abdullah Ocalan xeyal dike û dewleta desthilata AKP’ê dixwaze cudahî gelek e; Rêzdar Abdullah Ocalan tecrîd dikin ku fikirên wî negihîjîn civakê. Operasyonên tên kirin ji vê polîtîkayê ne cuda ne.’’