Pêngava 15'ê Tebaxê li Stavrapolê bi konserekê hate pîrozkirin
Salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li herêma Stavrapol a Rûsyayê bi konserekê hate pîrozkirin.
Salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li herêma Stavrapol a Rûsyayê bi konserekê hate pîrozkirin.
Kurdên li navçeya Novoaleksandrovskê ya herêma Stavrapol a Rûsyayê, salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li gel dostên xwe bi konserekê pîroz kirin.
Konser li Mala Çandê ya Razdoliyeyê pêk hat û muzîsyenên Kurd û Rûs tevlî bûn.
Di destpêka pîrozbahiyê de Hevserokê Meclîsa Kurd a Stavrapolê Huseyîn Çerkez li ser wateya rojê axivî û destnîşan kir ku bi saya ruhê fedayî yê 15'ê Tebaxê hebûna gelê Kurd li cîhanê hatiye bihîstin.
Çerkez anî ziman, ku bi deh hezaran milîtanên li ser xeta lehengiya fedayî ya 15'ê Tebaxê dimeşin îro jî li dijî paşverûtî û faşîzmê bi rengekî serketî li ber xwe didin û li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke serketî dimeşînin.
Di konserê de bi navê rêveberiya Novoaleksandrovskê, alîkara şaredar LyÛdmîla Nîkolayevna axivî û cejna Kurdan pîroz kir.
Piştî axaftinan stranbêj Sayrana Bahadîn, koma govendê û koroya zarokan, hunermenda Rûs Tatyana Bîktorovna, koma muzîkê ya gel a Rûs Razdoliye derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.