PENa Kurd ji bo siyasetmedar Kakeyî sersaxî xwest

PENa Kurd ji bo siyasetmedar Kakeyî sersaxî xwest

PENa Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî ji malbat û xizmên Felekedîn Kakeyî re sersaxî xwest.  

PENa Kurd di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, wefata rewşenbîrê Kurd û siyasetmedar Felekedîn Kakeyî di wêje, cîhana raman û xebatên nivîsê de valatiyeke mezin çêkir.

Peyama Yekîtiya nivîskarên Navneteweyî wiha ye:  “Tevgera Ronakbiriya Kurd îro bi êş û xemgîniyeke mezin derbas kiriye. Mixabin rewşenbîr, nivîskar,  welatparêz, siyasetmedar û pêşmergeyê kevin Felekedîn Kakeyî ber bi rêwîtiya dawî ve hatiye birêkirin.  

Wendahiya şexsiyetê navdar û hêja yê Kurd Felekedîn Kakeyî  di wêje, siyaset û xebatên yekîtiya neteweyî de valatiyeke ku cihê wê neyê dagirtin hiştiye. Nivîskar Kakeyî  di sala 1964’an de dest bi nivîsê kiriye, romana xwe ya yekemîn di sala 1967’an de weşandiye û heta roja xwe ya dawî jî di çarçoveya raman û nivîskariyê de jiyaneke dagirtî jiyaye.  

Wek navenda PEN em ji bo malbatê, dost û tevayî gelê Kurd sersaxiyê dixwazin. Wê berhem û fikrên Kakeyî di cîhana entellektuel a Kurd de cihê xwe yê herî bi qîmet biparêze.”