Pêkhateyên Platforma Baweriyên Mezopotamyayê banga meşê kir
Pêkhateyên Platforma Baweriyên Mezopotamyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker û qirker ên li ser Efrînê banga tevlêbûna li çalakiyên îro û 27’ê Adarê yên ji bo Efrînê kir.
Pêkhateyên Platforma Baweriyên Mezopotamyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker û qirker ên li ser Efrînê banga tevlêbûna li çalakiyên îro û 27’ê Adarê yên ji bo Efrînê kir.
Platformê ji bo tevlêbûna çalakiya îro, 24’ê Adare Roja Hevgirtina Efrînê ya Cîhanê û 27’ê Adarê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin di dîrokê de li her çendî li xakên Mezopotamyayê desthilatdaran gelek komkujî, hilweşandin kiribin jî ti kesî bi qasî desthilatdariya AKP’ê, komkujiyên wiha hovane, asîmîlasyoneke wiha hovane nekiriye.
Hate gotin, ‘’Di sedsala 21’ê de di şexsê Erdoğan de DAÎŞ û komên hevşib yên radîkal, bi hevkariya dewleta Tirk dixwazin avaniya pir reng, pir dînî û pir çand ji rayê wan qut bikin û tine bikin. Li Mezopotamyayê îdeolojiya yek dîn, yek ziman, yek mezhep, yek raman ku tê xwestin bi destê Erdoğan were avakirin, li Efrînê bi komkujî û hilweşandinê didome. Bi Erdoğan û hêzên wî yên paramîlîter tê xwestin ku li Mezopotamyayê gel, bawerî werin tine kirin. Tê xwestin li van deran mizgeft, sinagog, dêr, malên cem, perestgehên Êzîdiyan, goristan û cihên dîrokî werin tinekirin. Mafê jiyanê ji jîgeh, sirûşt û zindiyan re nayêlin. Tiştên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şengal, Mûsil, Reqa, Kobanê bûn û niha li Efrînê dibe ji bo dînan û mirovahiyê bobelat e.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin Erdoğan li Brûksel, Berlîn, Parîs û Ingilîstanê jî heman komkujî kirine, tiştên ku Erdoğan dike ji ya Hîtler, Mussolînî, Stalîn, Sedam û Esad gelekî xedartir e û bi berdewamî hate gotin, ‘’Îro rabûna li dijî Erdoğan û kirinên wî, peywira esasî ya baweriyên me ye.’’
Pêkhateyên Platforma Baweriyên Mezopotamyayê herî dawî banga tevlêbûna li çalakiyên 24’ê Adarê, Roja Cîhanê ya Efrînê kir, got, ‘Em vê zilmê, neheqiyê rawestînin, li şûna wê ji bo ku em dinyayeke bi biratî, aştî, azadiyê ava bikin em bi hev re bimeşin. Em ji nimetên ku Xwedê dane me û mirovahiyê bi hev re sûd werbigirin, li dijî şer û hilweşandinê rawestin. Em komkujî û hilweşîna li Efrînê û Mezopotamyayê rawestînin û ji bo aştî û biratiyê bixebitin.
Bila destê Xwedê li ser me hemûyan be.’’