'Pêkanîn û îdîayên Rûsyayê wê serê Tirkiyeyê gelekî biêşîne'
Doç. Dr. Alk Muftuoglû diyar kir ku krîza bi Rûsyayê re wê gelê li Tirkiyeyê bêhtir xizan bike û ji bo Erdogan got, "Vê carê li bin guhê dîwêr ket".
Doç. Dr. Alk Muftuoglû diyar kir ku krîza bi Rûsyayê re wê gelê li Tirkiyeyê bêhtir xizan bike û ji bo Erdogan got, "Vê carê li bin guhê dîwêr ket".
Doç. Dr. Alk Muftuoglû diyar kir ku krîza bi Rûsyayê re wê gelê li Tirkiyeyê bêhtir xizan bike û ji bo Erdogan got, "Vê carê li bin guhê dîwêr ket". Muftugolû da xuyakirin ku îdîayên Rûsyayê yên têkildarî DAIŞ'ê, wê serê Tirkiyeyê gelekî biêşîne.
Krîza navbera Rûsya û Tirkiyeyê ku piştî xistina balafira Rûs a di 24'ê Mijdarê de rû da, gav bi gav kûr dibe. Krîzê di têkiliyên bazirganiyê de rê li ber pêkanînan vekir.
Doç. Dr. Alk. Ozgur Muftugolû bandorên gengaz ên vê krîzê ji aliyê aborî û siyasî ve nirxand.
'PEREYÊ GEL WÊ PÊŞKÊŞÎ SERMAYEYÊ WERE KIRIN'
Muftuoglû di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de diyar kir ku têkiliyên aboriyê yên navbera Tirkiye û Rûsyayê di asteke cidî de ye û got, "Rûsya îthalatkarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye. Em îthalata herî zêde ji vir dikin. Ji aliyê aboriyê ve jî rewş bi vî rengî ye. Qadên din ên bazirganiyê jî gelekî berfireh e. Di qada înşaetê de jî heman rewş heye. Lewma ya di dema dawî de diqewime rewşeke krîtîk e. Pêkanînên Rûsyayê yên li hemberî Tirkiyeyê wê bandorê li tevahiya welatê bikin. Di serî de çandinî, wê pîşesazî jî bikeve bin tesîra vê; Wê bandorê li karker û kedkaran jî bike."
Muftugolû da zanîn ku pêkanînên Rûsyayê wê bandorê li cîhana kar jî bike û ev nrixandin kir: "Rûdana pirsgirêkên enerjiyê êdî ji rewşa dibetiyê wêdetir e. Tirkiye êdî di navenda şerekî mezin de cih digire. Rewşeke bi vî rengî xuya dike. Ji bo sermayeyê jî tiştekî xweş nîne; wê bandorê li hatin an jî nehatina wan a vê derê bike. Aliyên wê yên aboriyê di heman demê de wê bandora xwe ya însanî jî hebe. Mesele ne tenê 'borsa bilind bû', 'borsa daket'; Dibe ku karker, kedkar, gundî û esnaf bêhtir xizan bibin. Ji ber zerarên rû dane, hêzên sermayeyê yekser bi hikûmetê re dikeve nava têkiliyê û dixwaze zerara wan bê tazmînkirin. Wê pereyên gel pêşkêşî sermayeyê bikin û hewl bidin vî rengî telafî bikin. Lê pirsgirêka bingehîn wê li ser pişta civakê be."
'VÊ CARÊ LI BINÊ GUHÊ DÎWÊR KER!'
Muftugolû anî ziman ku Rûsya wê li gorî berjewendiyên xwe yên bazirganiyê tevbigere, lê tevî vê yekê jî wê rageşiyê bidomîne û got, "Rûsya wê nexwaze ji hatineyên Tirkiyeyê bêpar bimîne. Zerar lê jî dibe. Lê belê ji pêvajoyên şer ên dema berê jî em dizanin, ku berdêla hin şaşîtiyan, hin rageşiyan, civak dide; bi xwe re şerên mezin tîne. Cara yekê ye, ku yekî ji Tayyîp Erdogan bêhtir qubede derdikeve pêşberî wî. Erdogan ne elimiye tiştekî bi vî rengî. Heta niha yên li pêşberî wî bêdeng diman, lê vê carê li binê guhê dîwêr ket."
'ÎDÎAYÊN TÊKILDARÎ DAIŞ'Ê WÊ SERÊ TIRKIYEYÊ GELEKÎ BIÊŞÎNE'
Muftugolû bal kişand ser girîngiya îdîayên Rûsyayê yên li ser têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de û got, "Aliyê Rûs xwedî îdîayên cidî ye. Texmînkirina rêveçûna pêvajoya giştî ya li Rojhilata Navîn rewşeke tirsnak e. Ez ne bawerim ku eleqeya xwe bi tenê bi xistina balafirê heye. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê, welat xist nava bîreke kûr. Bi rê û rêbazên cuda berdêla vê dide û bi fikar im ku wê ev yek kûrtir bibe. Îdîayên li ser pêwendiya Erdogan û malbata wî bi petrola DAIŞ'ê re, êdî li qada navneteweyî ye. Ji Îngilîstanê jî tiştên bi heman rengî êdî tê bihîstin. Lewma ev yek wê serê Tirkiyeyê gelekî biêşîne.
Taktîka bingehîn a Erdogan, mîna ku di pêvajoya Gezî û hilbijartinê de hat dîtin, dixwaze rageşî û aloziyê derxîne û ji vê rewşê sûdê werbigire. Lê belê ne bawerim ku ev yek li qada navneteweyî, bi taybetî jî li hemberî hêzeke mîna Rûsyayê bi ser bikeve."