Partiya Çep a Kesk: Li Bedlîsê hedefa me her sê parlementerî ye

Berdevkê Partiya Çep a Kesk ê Tetwanê Adnan Yûrdakûl diyar kir wê HDP û pêkhateyên wê li Bedlîsê her sê parlementeriyan bi dest bixe.

Berdevkê Partiya Çep a Kesk ê Tetwanê Adnan Yûrdakûl diyar kir gel li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê gelekî bi hêrs e û got “Em ê wan li vir bikin partiya tabelayê.”

Li Bedlîsê ya ku nifûsa wê ji 355 hezarî zêdetir e, sê parlementerên wê hene. Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Mûstafa Ozcan û Berdevkê Partiya Çep a Kesk ê Tetwanê Adnan Yûrdakûl derbarê hilbijartinê ji ANF’ê re axivîn. Serokê bajêr ê HDP’ê Ozcan diyar kir gel naxwaze desthilatdariya AKP û MHP’ê bidome û got “Em bawer in ev zilm, talan û bêedaletî wê di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe. Peywira me ev e ku em gelê xwe ji vê desthilatdariya faşîst rizgar bikin. Di hilbijartina berê de me bi ferqeke biçûk parlementeriya duduyan winda kiribû. Di vê hilbijartinê de armanca me ev e ku em her sê parlementeriyan bi dest bixin. Zemîneke wisa ya siyasî jî heye. Bajar û navçeyên me ji hilbijartinê re amade ne. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Berdevkê Partiya Çep a Kesk ê Tetwanê Adnan Yûrdakûl jî diyar kir li Tetwanê xebatên hilbijartinê baş didome û got “Gel pir baş nêzî partiya me dibe. Hedefa me ev e ku em li Bedlîsê her sê parlementeriyan bi dest bixin. Gelê me li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê bi hêrs e. Gelê Tetwan û Bedlîsê li dora HDP û pêkhateyên wê bûne yek. Em ê desthilatdariyê bikin partiya tabelayê.”