Partiya Çepên Kesk: Dewleta Tirk sûcê şer dike
Partiya Çepên Kesk nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Ravekirina Hedefgirtina Sivîlan Îtirafa Sûcê Şer e.”
Partiya Çepên Kesk nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Ravekirina Hedefgirtina Sivîlan Îtirafa Sûcê Şer e.”
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser deverên rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye bi armancgirtina sivîlan sûcê şer dike û wê li dijî vî şerî têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyaniya Partiya Çepên Kesk a bi sernavê "Ravekirina Hedefgirtina Sivîlan Îtirafa Sûcê Şer e" wiha ye:
"5’ê Cotmehê bi talîmatên desthilata AKP’ê niştecihên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên hewayî hatin bombebarankirin. Di van êrîşan de santrala ceyranê, kargeha tuxleyan, depoyên genim, tesîsên hilberîna xwarinê, bendav, pir û rê jî tê de gelek der hatin bombebarankirin. Ji ber van êrîşan gelek hemwelatiyên sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê de gelek kes hatin qetilkirin û birîndankirin. Ev êrîşên ku berê xwe didin jiyana gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û Ermenî, ji êrîşên DAÎŞ'ê qut nîn in."
Çend roj beriya van êrîşan Wezîrê Karê Derveyî yê AKP’ê Hakan Fidan bi awayekî aşkera nîşan kir ku ew ê herêmên sivîl ên Kurdan hedef bigirin. Di daxuyaniya xwe de Fîdan li ber çavê gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê li xwe mikur hat ku ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên pergalî û plankirî pêk bînin. Ev daxuyaniya aşkerakirina hedefgirtina sivîlan di hiqûqa navnetewî de sûcek e. Ev daxuyanî bi awayekî aşkera îtirafkirina sûcê şer e.
Em vê rejîm û feraseta ku li her derê cîhanê êrîşên çekî dibe ser Kurdan qebûl nakin. Wek Partiya Çepên Kesk em ê li dijî vê pergal û ferasetê pozîsyona xwe ya aştîxwaz û xwesteka xwe ya diyalogê biparêzin. Em ê li dijî şer têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê mezin bikin, em ê her tim li dijî vî şerî derkevin ku desthilat gelên me hedef digire.
Berpirsyarê yekem ê van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, desthilata AKP-MHP’ê ye lê di vê pêvajoyê de berpirsyariya muxalefetê jî gelek zêde ye. Em dixwazin dîsa bînin rojevê ku desthilata AKP’ê dixwaze di demeke nêzîk de tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji meclisê derbas bike. Bi vê wesîleyê em bang li muxalefetê dikin: Her roja ku hûn van tezkereyên şerê li ser Kurdan yên AKP’ê erê dikin hûn jî dibin hevkarê vî sûcê şerî. Raya giştî ya Tirkiyeyê bila bizane ku talîmata êrîşên do AKP’ê dabe jî muxalefetê jî piştgiriya van êrîşan kiriye."