Partiya Çep a Kesk li dijî qirkirinan banga têkoşînê kir
Partiya Çep a Kesk di daxuyaniya xwe ya salvegera 7’an a qirkirina Êzidî ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate kirin de, li dijî qirkirin û qetlîaman bang li hemû mirovahiyê kir ku têkoşînê bikin.
Partiya Çep a Kesk di daxuyaniya xwe ya salvegera 7’an a qirkirina Êzidî ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate kirin de, li dijî qirkirin û qetlîaman bang li hemû mirovahiyê kir ku têkoşînê bikin.
Partiya Çep a Kesk daxuyanî da û got: “Qirkirina Êzidî û rêze fermanan lenet dikin.”
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Divê li dijî tehdîdên li ser hebûna Êzidiyan civaka navnetewyî erk dikeve ser milan bi cih bîne. Divê rê neyê dayîn Şengal bimîne bê Êzidî û rê neyê dayîna êrîşa li ser vê gelê qedîm ê li ser vê axê. Divê derfet bê peydakirin ku mercên jiyana mirovî ya li Şengalê û dîsa Êzidiyên ji cih û werên xwe bûne vegerin Şengalê bên avakirin. Fikarên li ser ewlehiyê bên derbaskirin. Em didin nîşandan ku em li gel Êzidiyên ku bi salan e zilm û zordarî li ser wan tê kirinin.
Hemû qûrbaniyên Êzidî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatiye qetilkirin bibîr tînin. Li dijî qirkirin, qetlîam û pêkanînên sûcên mirovahiyê bang li hemû mirovahiyê dikin ku têkoşînê bikin.”