Parlementerê HDP’ê Taşçier: Divê em li hemberî êrişan xwe rêxistin bikin

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir ku divê gelê Kurd li hemberî êrişan xwe rêxistin bike û got “Divê gelê Kurd li kolanan dengê xwe bilind bike.”

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier êrişên nijadperest ên li ser gelê Kurd nirxand.

Taşçier diyar kir ku dema destkeftiyên gelê Kurd zêde dibe, ev êriş  tên kirin û got “Piştî pêvajoyên salên 1925, 1938, 1980 , 1990’an û 5 salên dawîn bi konsepteke nû tê xwestin ku siyaseta tunekirina Kurdan têkeve meriyetê. Carinan jî wekî ku demokrasî heye tevdigerin.Gelê Kurd jî, desthilatdarî û dewleta Tirk jî vî tiştî baş dizane ku doza Kurdan li benda çareseriyê ye. Ji ber vê jî sedemên rastîn vên polîtîkayên qelskirinê ev e ku, beriya çareseriyê dixwazin hêza gelê Kurd kêm bikin. Ev hesap ji bo Rojhilata Navîn û ji bo 4 parçeyan tê kirin.”

Taşçier diyar kir ku tiştên di salên 1990’î de bi destê JÎTEM’ê dihat kirin, îro hêzên paramîlîter dikin û got “AKP û MHP qels dibin. Ev jî êrişî gelê Kurd dikin. Hin hêzên ku dixwazin sûdê ji vî tiştî bistînin Kurdan dikujin. Malbata Dedeogûllari ya ku li Konyayê hate kuştin, 20 sal berê koçî wir kirine. Malbata Denîz Poyraz jî 30 sal berê êrişî Îzmîrê kiriye. Dixwazin Kurdên li bajarên rojava bi cih bûne bitirsînin. AKP dixwaze gelê Kurd qels bike. Ev polîtîka li gorî AKP’ê ye ji ber ku Kurd êdî xwe nêzî wê nakin. Gelê Kurd ziman, statu û xwerêveberiyê dixwaze. Têkoşîna Kurdan gihiştiye astekê.”

KURD DENGÊ XWE NADIN PARTIYÊN PERGALÊ

Taşçier diyar kir ku li hin cihan çekên di bin erdê de hatine dîtin û got “Ji ber şewitandina daristanan xwestin li nasnameyan binihêrin. Di vir de armanc Kurd in. Heke Kurdan li nasnameyan bipirsiyana wê bihatina girtin. Ev hêzên paramîlîter vî tiştî li gorî xwe nakin. Kesên ku qetlîama li Konyayê kiriye, perwerde bûye. Fîşekan bera ji navê berjor û seriyan dide. Kurd ne bêhêvî ne, Kurd hatine asteke diyar. Wê gelê Kurd dengê xwe nedin AKP, MHP û CHP’ê. Wê Kurd dengê xwe nedin partiyên pergalê. Li Amedê ez bi xwe bûme şahidê 7,8 êrişan. Kesên kujer di bin parastina dewletê de bi rihetî digeriyan. Ev hêzên paramîlîter ên ku van êrişan dikin, binesaziya wan heye. Hin peywirdarên dewletê hene ku salê 10 hezar dolaran distînin. Piştî ku desthilatdarî têkeve valahiyê wê carê dikevin rewşa ku nikarin bi rê ve bibin.Em dizanin ku ji roja dewleta Tirk ava bûye, polîtîka wisa ye. Bi hovane êriş dikin. Divê gelê Kurd xwe li hemberî van tiştan rêxistin bike û li kolanan dengê xwe bilind bike. Divê li dora HDP’ê bibe yek, meşan û mîtîngan bike. Divê gelê Tirk jî nerazîbûnê nîşanî van êrişan bide. Kurd di bin banê de HDP’ê de divê li hemberî van êrişan çalakiyan bikin. Divê em ji gel re qala armancên êrişan bikin. Bi vî awayî em dikarin pêşiya êrişan bigirin.”