Parlementerê Îngîliz Mîshra li ser êrişên li Mexmûrê pirsnameyek pêşkêş kir
Parlementerê Îngilîz Navendû Mîshra ji ber êrîşa ku dewleta Tirk biribû ser Mexmûrê pirsnameyek pêşkêşî Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson kir.
Parlementerê Îngilîz Navendû Mîshra ji ber êrîşa ku dewleta Tirk biribû ser Mexmûrê pirsnameyek pêşkêşî Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson kir.
Parlementerê Partiya Karkeran a li Îngîltereyê Navendû Mîshra ji ber êrîşa ku dewleta Tirk biribû ser Mexmûrê pirsnameyek pêşkêşî Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson kir.
Mîshra bi bîr xist ku di serê meha Hezîranê de Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Kampa Penaberan a Mexmûrê kiribû û got “Ev êrîş wekî dûmahîka êrişên li ser gelê Kurd û parçeyekî êrîşên leşkerî ye. Di heman demê de serdozgerekî Tirk ji bo partiya Kurdan bigire îddîanameyek amade kiriye. Ev êrîşên şerm in. Gelo wê serokwezîr êrişên dewleta Tirk şermezar bike û ji wan bixwaze ku bila êrîşên xwe yên li ser Kurdan bide sekinandin?"
Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johson diyar kir rewşa li Başûrê Kurdistanê gelekî tevlihev e û got “Divê em vî tiştî qebûl bikin ku şervanên Kurd li hemberî DAÎŞ û hêzên Beşar Esad peywireke awarte pêk anîn. Lê Kurd ji zû ve ye pirsgirêkên wan bi hêzên Tirk re hene.”