Parlamenterên Parktiya Keskan û Hawirdorê ya Swêdê di pêşnûmeya ku pêşkêşî Parlamentoyê kirin de, pêşniyar kirin ku li Kurdistanê di bin çavderiya NY’ê de refrandumek pêk were.
5 parlamenterên Partiya Keskan a Swêdê diyar kirin ku divê gelê kurd îradeya xwe bi xwe diyar bikin û xwestin ku li Bakûrê Kurdistanê di bin çavderiya Netewên Yekbûyî de referandum bê kirin.
Parlamenter Jabar Amîn, Annîka Lîllesmets, Lotta Hedstron, Valter Mutt û Bodîl Ceballos ku pêşnûme pêşkêşî Parlamentoya Swêdê kirin, bal kişandin ser daxwaza xweseriyê.
Parlamenteran diyar kir ku ji ber gelê kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin divê li hemû parçeyên Kurdistanê di bin çavderiya NY’yê de referandum bê û di pêşnûmeya xwe de li gorî qanûnên navnetewî nîşan dan. Di pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Wekê hemû gelên cîhanê gelê kurd jî dikare çarenûsa xwe tayin bike. Ev maf di Peymana Mafê Polîtîk û Welatîbûnê ya NY’ê de ku di sala 1966’an de Netewên Yekbûyî qebûl kiribû de cih digire. Di paragrafa yekemîn de tê destnîşankirin ku her gele mafê wê heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Her wiha 3 biryarên cuda jî di Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî de cih digirin. Ligel van hemû biryaran mafê herî sereke yên gelê kurd ku bi îradeya xwe xwe tayîn bike tên înkarkirin. Parçeyên herî mezin yên Kurdistanê yê Tirkiyeyê ev sed sal e hebûna kurdan înkar dike. li Kurdistana Îranê zextên bi xof li ser kurdan hene. Bi zimanê xwe nekarin perwerdê bibînin. Rejîma Suriyeyê ev 40 sale kurdan tune dihesibîne û muameleya biyaniyan bi wan dike. li Iraqê jî heta sala 2003’an mafên kurdan dihat redkirin. Lê êdî dem hatiye ku kurd di bin welatekî û li welatekî demokratîk bi hev re bijîn.”
Parlamenteran da zanîn ku divê hikûmet berpirsyariyê bigire ser xwe û mafê kurdan yên tayînkirina çarenûsa xwe bide. Parlamentran xwest hikûmeta Swêdê têkeve nava hewldana. Pêşnûme dê di meha mijdarê de bikeve rojeva parlamentoyê.