Parlamenterên HDP’ê êrîşa li hemberî gelê Roboskî û Encu şermezar kirin

Parlamenterên HDP’ê civînek çapemeniyê lidar xistin û êrîşa li dijî parlamenterê Şirnexê Ferhat Encu û gelê Roboskî şermezar kirin.

Parlamenterên HDP’ê civînek çapemeniyê li dar xistin û êrîşa li dijî parlamenterê Şirnexê Ferhat Encu û gelê Roboskî şermezar kirin.

Parlamenter Aycan Îrmez, Sezaî Temellî û Hatîce Sevîm Tekîn beşdarî daxuyaniyê bûn û wiha hate gotin: "Tevî ku dewletê di mijara komkujiya Roboskî ya di 28’ê Kanûna 2011’an de pêk hat, ti gav navêtiye, êrîşên li dijî gelê Roboskî jî didomin. Ev êrîş bi qasî ku li dijî canê mirovane, li hemberî mal û sewalên wan in jî.  Li ti dera cîhanê bi vî awayî sewal nehatine kuştin. Armanca van êrîşan ev e ku hesabpirsîna komkujiya 28’ê Kanûna 2011’an bidin jibîrkirin. Ji ber tê xwestin gelê Roboskî gund terk bikin û gel li ber xwe dide. Li ser vê li dijî wan êrîş pêk tên."

'LI ROBOSKΠTEROR TÊ MEŞANDIN'

Di berdewamiyê de hat gotin ku êrîş ev 10 roj in bi şîdeteke mezin didome û gelek kes birîndar bûne û wiha hat gotin: "Îsa Encu ji zikê xwe birîndar bû. Emeliyat bû. 4 zarok hatin binçavkirin. Gund her tim tê gulebarankirin. Tevî ku bi dehan caran ev êrîş tên rojevê, ti lêpirsînek nehatiye destpêkirin û têkildarî hêzên ewlehiya wir de tiştek nehatiye kirin. Ev nêzîkatiya bêberpirsyar a berpirsyaran cesareta hêzên ewlehiyê zêdetir kiriye.

Di 7’ê Tîrmehê de parlamenterê me yê Şirnexê Birêz Ferhat Encu ji bo pirsgirêkan çareser bike çû Roboskî. Hewl dida gundiyan ji zozanan daxîne. Dema nêzî gund bû, bombeya gazê hatiye avêtin. Dema ji wesayîta xwe derketiye gule lê hatiye barandin. Wesayît hatiye gulebarankirin. Ji bo axaftinê çûye cem leşkeran û hîna xwe nedabû nasîn rastî heqaretan hatiye. Encu ji serê xwe darbe girtiye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin û hat gotin ew bang li serokê Meclîsê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Parastinê, Waliyê Şirnexê û Serdozgariya Şirnexê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin.