Parlamenter Habîp Eksîk ji bo meşa li dijî tecrîdê banga tevlîbûnê kir

Wekîlê HDP'ê Habîp Eksîk bi bîr xist ku sîstema tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêbazeke êşkenceyê ye û ji bo meşa 12'ê Kanûnê ya li Wanê banga tevlîbûnê kir.

Zêdeyî 20 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Li gelek welatan li hemberî vê tecrîda giran çalakî têne lidarxistin. 11'ê Kanûnê li Amedê, 12'ê Kanûnê jî wê li Wanê meşên girseyî bêne lidarxistin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk ji ANF'ê re axivî û ji bo meşa girseyî ya li Wanê banga tevlîbûnê kir.

Habîp Eksîk destnîşan kir ku birîna têkiliya Ocalan bi derve re û astengkirina wergirtina agahiyan têkildarî tenduristiya wî, binpêkirina mafên mirovan e, rêbazeke êşkenceyê ye. Eksîk bi bîr xist ku raya giştî ya navneteweyî li hemberî vê sîstema êşkenceyê bêdeng e û anî ziman, di serî de CPT gelek sazî xwe li ber vê êşkenceyê ker û kor dikin.

Eksîk diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan darbeyek li dijî daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn hemûyane û got, "Ji ber ku di hevdîtinên pêvajoya çareseriyê de yên beriya niha, modela demokrasiya xwecihî û komara demokmratîk ku ji aliyê Birêz Ocalan ve ji raya giştî re hatin pêşniyarkirin, di wê astê de ne ku dikarin ji pirsgirêka gelê Kurd û pirsgirêkên gelan re bibin derman. Ji xwe di pêvajoya çareseriyê de ku bi Birêz Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin dihatin kirin, li Tirkiyeyê şer lawaz bûbû, xwîn nedihat rijandin, mirovan jiyana xwe ji dest nedidan û ciwan ji bo paşerojê hîn bi hêvî bûn."

'HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊK ÇÛYE'

Eksîk anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP'ê welat veguheriye mîna gola xwînê, xizanî zêde bûye û wiha dewam kir: "Divê sîstema tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê civakî, siyasî, polîtîk û aborî ve bi berfirehê bê nirxandin. Birêz Ocalan got, 'Em karin di nava hefteyekê de pirsgirêka Kurd a 100 salî çareser bikin'. Di rewşeke bi vî rengî de desthilatdariya heyî tecrîdê li muxatabê bingehîn ê pirsgirêkê li Birêz Ocalan ferz dike. Ev yek nîşan dide ku di neçareseriyê de israr dike. Lewma 20 meh in agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin."

Eksîk destnîşan kir ku dema ew sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û lêgerîna edaletê ya li welêt dinirxînin, hingî dibînin ku sîstema hiqûqê têk çûye û got, "Ne tenê li welêt, mixabin di heman demê de hiqûqa navneteweyî jî têk çûye. Hiqûqa navneteweyî li gorî şexs û konjonkturê bi rengekî cuda bi cih tê anîn. Ji bilfî formalîteyê êdî nayê ti wateyê."

'DIVÊ HER KES LI BER TECRÎDÊ RABE'

Parlamenter Habîp Eksîk pêknehatina hevdîtina Ocalan a bi CPT re weke alarmê pênase kir û got, "Abdullah Ocalan di vê mijarê de peyamek da saziyên neteweyî û navneteweyî yên xwedî mafê axaftinê ne. Yanî nîşan da ku divê xwedî li berpirsyariya xwe derkevin. Ji ailyê maf û azadiyan ve ji bo tevahiya raya giştî di asta alarmê de ye. Lewma divê her kes li ber sîstema tecrîdê rabe ku sûcê li dijî mirovahiyê ye."

Eksîk got, "Eger em îro weke civak li ber sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ranebe wê sibe li vê cografyayê nikaribe hilmê bistîne. Her kesên dijberê talankirina mafê mirovan û êşkenceyê divê bikeve bin vî barî. Saziyên navneteweyî jî ji bo rewabûna xwe bi temamî ji dest nede divê hevdîtinê bi desthilatdariya AKP'ê re bikin, ji wan bixwazin ku dawî li sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bînin."

JI BO MEŞÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Eksîk ji bo çalakiya demokratîk a li Wanê bang li her kesî kir ku tevlî bibe û got, "Li dijî vê êşkenceyê ku dijberê rûmeta mirovahiyê ye û rêbazeke êşkenceyê ye, divê hiqûq, edalet û aştî bê parastin. Bila neyê jibîrkirin; tecrîd piralî ye. Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bi rakirina sîstema tecrîdê re wê gaveke mezin bê avêtin."

Eksîk diyar kir ku wezîfeya her mirovî ye ku li ber vê rêbaza êşkenceyê û sûcê li dijî mirovahiyê rabe û got, "Lewma ne tenê gelê Kurd divê gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji bo paşeroj û azadiya xwe li ber sîstema tecrîdê rabin, bi çalakiyên demokratîk û aştiyane dengê xwe bilind bikin û helwestê nîşan bidin."