Parlak: Em ê dawî li pergala qeyûm bînin

Alîkarê Hevserokên HEDEP'ê Parlak diyar kir ku wê namzetên xwe hemûyan li gorî meyla gel diyar bikin, gel wê yekser di pêvajoya hilbijartinê de be û got, "Em ê dawî li sîstema qeyûm bînin."

Alîkarê Hevserokên HEDEP'ê yê ji Komîsyona Rêxistinbûna Navendî ya HEDEP'ê Berpirsyar Vezîr Coşkûn Parlak ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku di çarçoveya xeta kevneşopiya ku HEDEP temsîlkariyê jê re dike, ew ê dînamîkên muxalefetê bi gel re hilberînin û dengê gel bigihînin qada siyasî.

'MESELEYA TECRÎDÊ GELEKÎ GIRÎNG E'

Parlak anî ziman ku HEDEP'ê da ser xeteke siyasî ku mîrateya têkoşînê ya partiyên siyasî di serî de HADEP û paradîgmaya HDP'ê digihîne hev û got, "Karê me yê sereke wê ew be ku Kurd li ser bingeha welatîbûneke azad bibin xwedî statuyekê. Nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû destpê kirin, wê di demeke nêz de hîn zêde bibin. Em weke partî amade ne ku ji bo çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk û wekhev têbikoşin, piştgiriyê bidin. Her wiha pirsgirêkên komên ji nasnameyên cuda, rewşa kedkaran û daxwazên wan, krîza aboriyê û gelek mijarên din ên li Tirkiyeyê wê ji bo me bibin qadên têkoşînê. Meseleya tecrîdê ji bo me gelekî girîng e. Her ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dewam dike, çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiya herêmî zehmet dibe. Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan weke îradeya xwe dibîne û datîne pêşiya me ku azadiya wî yek ji rojevên herî girîng e. Weke partiyê wezîfeya me ya herî girîng ew e ku rojevên sereke yên gelê xwe bigihînin Meclîsê û qadên din ên siyasî. Lewma tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê di dema pêş de yek ji rojevên me yên herî bingehîn be. Heta ku tecrîdê bi dawÎ bikin û azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin em ê têkoşînê dewam bikin."

'GELÊ ME YEKSER DI NAVA PÊVAJOYÊ DE YE'

Parlak ragihand ku ji dema HEP ava bû heta bi HEDEP'ê, xeta siyasî ji aliyê gel ve hate diyarkirin, biryar ji aliyê gel ve hate dayin û got, "Di vê mijarê de car carna kêmasiyên me rû didin, lê belê partiya me ji aliyê siyasî û kapasîteya rêxistinî ve di wê astê de ye ku van kêmasiyan çareser bike. HEDEP bi rengekî fermî partiyeke nû ye ku ava bûye, lê belê li ser tecrûbeya siyasî û kevneşopiya têkoşîneke mezin ava bû. Lewma jî em ê bi lez dest bi karên ji bo hilbijartinên xwecihî bikin. Ji hevşaredaran heta bi endamên meclîsên şaredariyan em ê hemû namzetan li gorî meyla gelê xwe diyar bikin. Ne tenê di diyarkirina namzetan de her wiha di asta kampanya hilbijartinê de jî wê gelê me yekser di nava pêvajoyê de be. Kevneşopiya me naşibe partiyên cuda, em ti carî li kûlîsên Meclîsê, li korîdorên navenda giştî asê neman û nebin. Di hilbijartinên xwecihî de em ê tevî gelê xwe bi serketineke mezin bersivê bidin polîtîkayên zordar ên desthilatdariya siyasî û em ê dawî li pergala qeyûm bînin."