Parêzvanê mafê mirovan Aydin jiyana xwe ji dest da

Parêzvanê mafê mirovan Aydin jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd û parêzvanê mafê mirovan Şêxmûs Aydin yê ku li navçe û navenda Îzmîrê rêveberiya HEP, DEP, HADEP, DEHAP û DTP'ê kir û herî dawî rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê kir li nexweşxaneya dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmîr Şêxmûs yê ku 3 hefte berê di dema civînê de xwîn ket ser mejiyê wî û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bozyakayê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Aydin ji navçeya Sêwerek ya Rihayê ye û bi avakirina HEP'ê li Îzmîrê dest bi siyasetê kir û di rêveberên HEP, DEP, HADEP, DEHAP û DTP'ê de cih girt. Aydin demekê li TAYD-DER'a Îzmîrê û Rêxistina DTP'a Balçovayê de serokatî kir û 2 deme jî rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê dike.

Cenazeyê Aydin dê sibê li Goristana Bornova bê definkirin.