Parêzerên Ocalan serî li Neteweyên Yekbûyî dan
Derket holê, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12'ê Tîrmehê de serî li Neteweyên Yekbûyî dane û xwestin, tecrîda giran a li Îmraliyê lêkolîn bikin.
Derket holê, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12'ê Tîrmehê de serî li Neteweyên Yekbûyî dane û xwestin, tecrîda giran a li Îmraliyê lêkolîn bikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev sal in nikarin parêzerên xwe bibîne û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî, Heyeta Îmraliyê nikare biçe Girava Îmraliyê. Fikarên li ser jiyana Ocalan, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê zêde bûn. Tevî agahî û hin nûçeyên li ser amadekariya sûîqestê ya darbekaran a li hemberî Ocalan, hemû serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re tên redkirin. Derket holê, parêzerên Ocalan çend roj beriya hewldana darbeyê, ji ber tecrîdê serî li Neteweyên Yekbûyî dane.
SERLÊDAN DI 12'Ê TÎRMEHÊ DE HAT KIRIN
Parêzeran di 12'ê Tîrmehê de serî li Daîreya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dan û ji Komîseriyê xwest, tecrîda li ser muwekîlê wan li cih lêkolîn bike. Serlêdan li 8 raportorên cuda hat kirin.
Di serlêdanê de parêzeran şert û mercên giran ên tecrîda li Îmraliyê ragihandin û destnîşan kirin, ku mafê serdan û agahîgirtinê yê parêzer û malbatan tê astengkirin.
Parêzeran her wiha encamên ziyaretên CPT ên li Îmraliyê û biryarên pêşniyarê yên ji bo rakirina tecrîdê li hikûmetê hatin kirin, li nava metna serlêdanê bi cih kirin û ji Neteweyên Yekbûyî xwestin, ji bo tecrîda giran li cih bibîne û bandora vê tecrîdê ya li ser muwekîlê wan tespît bike, raportorên xwe wezîfedar bike.
BANGA LÊKOLÎNKIRINÊ
Parêzeran di serlêdanê de ev daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kirin:
"Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê, ku hê ne diyar e heta kengî bidome, ku ti bandora hiqûqê li ser nîne û di çarçoveya polîtîkayên desthilatdariya siyasî de tê meşandin, girîng e ji holê were rakirin û şert û merc li gorî hiqûqê bên sererastkirin. Bi vê armancê em ji we dixwazin; ji bo dîtina şert û mercên tecrîda giran a li ser muwekîlê me, ji bo tespîtkirina bandora vê tecrîdê li ser muwekîlê me, girtîgehê û muwekîlê me ziyaret bikin, ji bo rakirina astengiya li ser mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re, li nava hikûmeta Tirk û Neteweyên Yekbûyî bikevin nava hewldanan."