Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ku bi miwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî li dar bixin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Huseyîn Bogatekîn û Rezan Sarica ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Heke Girtîgehan Îmraliyê bersiveke erenî bide parêzer dê sibê ji bo hevdîtinê biçin Girava Îmraliyê.

Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de (294 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xirabeya" û "rewşa hewayî" tê redkirin û hevdîtin tên astengkirin.